Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin

img
ÊLIH - Şaredariya Êlihê, dê di navbera 16 û 22'yê Tîrmehê de, şevên sînemaya servekerî li dar bixe. 
 
Şaredariya Êlihê, di çarçoveya xebatên çand û hunerê de, şevên sînemaya servekirî  li dar bixe. Şeva sînemayê dê di 16'ê Tîrmehê de dest pê bike û her şev li cihek cuda ya bajêr fîlm bên pêşandan. Di şevên sînemayê de, dê ji bo zarokên jî, 5 fîlmên anîmasyon bên pêşandan.
 
Şevên sînemeyê ewê sibe saet 20.00'an li Parka Kîne Em bi pêşandana fîlma "Strana Dayika min" bê dest pê kirin û heya 22'yê Tîrmehê wê dewam bike.