Li gel mudaxeleya polîsan jî Cejna Evvel Temmuz pîroz kirin

img

HATAY – Pîrozbahiya Cejna Evvel Temmuz a li Samandagê tê pîrozkirin di roja duyemîn de jî bi mudaxeleya polîsan dewam kir. Girseyê xwest daxuyanî bide lê polîsan mudaxele kir û 8 kes binçav kirin. Pişt re 8 kes hatin berdan. 

 
Cejna Evvel Temmuz a Nusayriyan ku wek cejna palehî û xêr û berê tê pîrozkirin, di roja duyemîn de jî mudaxeleya polîsan mohra xwe lê xist. Du roj berê welatiyan xwestin li Navçeya Samandaga Hatayê Cejna Evvel Temmuz pîroz bikin, lê pîrozbahiyê bi mudaxeleya polîsan dest pê kiribû. Duh jî welatiyan xwest cejnê pîroz bikin, ancak polîsan cihê çalakiyê dorpêç kir. Girseyê xwest daxuyanî bide û cejna xwe pîroz bike. Polîsan bi tundî mudaxeleyî çalakiyê kir û 8 kes binçav kirin. 
 
Komîteya Cejna Evvel Temmuzê bertek nîşanî mudaxeleyê û binçavkirina da û got: “Ev mudaxele û binçavkirin li dijî hemû gelê Samandagê pêk hatiye. Yên hatine binçavkirin bila demildest bên berdan.” 
 
Li gel mudaxeleyê jî bi hezaran kes beşdarî şahiya cejnê bûn û hunermend Cevdet Bagca û hunermendên herêmî beşdarî şahiyê bûn û konser dan. 
 
BINÇAVKIRÎ HATIN BERDAN 
 
8 kesên hatin binçavkirin piştî birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê îfadeyên wan hatin girtin û dûre li ser fermana dozger hatin berdan.