Li dijî rûxandina Heskîfê lîstikeke nivîsand

img

STENBOL - Mehmet Ûçar ku der barê Heskîfê de lîstikeke şanoyê nivîsand, got: "Heskîf, mîrateya hevpar a dîroka mirovahiyê ye. A tê tunekirin bîra me, mîrateya me û dîroka me ye." 

Ji bo Bendava Ilisûyê, rûxandina li Heskîf a 12 hezar salî didome. erdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya HDP'a Stenbolê Mehmet Ûçar, ji bo balê bikişîne ser rûxandina li Heskîfê bi navê "Heskîf" lîstikeke şanoyê nivîsand. 
 
Ûçar, bilêv kir ku wexta dest bi nivîsandina lîstika "Heskîfê" kir ewilî ji bo du perdeyan amadekarî kiriye û got: "Hîn jî dinivîsim. Lê belê her diçe rûxandina li Heskîfê didome. Ji bo vê divê demildest liv û tevgerek hebe. Loma min 15 de deqîqeyên ewil ên lîstika xwe kişand û ji bo medyaya civakî hinekî beretneg kir û daxist 5-6 deqeyan. Wekî min got ev lîstikeke duperdeyî ye û wê di payîzê de bigihê ber destê şanohezan." 
  
Ûçar, bilêv kir ku Heskîf ji bo dîroka mirovahiyê navendeke girîng a çandê ye û got: "Heskîf, lîstikeke li dijî rûxandin û talanê ye. Mamosteyê me yê hêja Alî Yildirim tê de dilîze." 
 
‘A TÊ TUNEKIRIN DÎROKA ME YE' 
 
Ûçar, bi bîr xist ku Heskîf xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye û got: "A niha tê tunekirin Med, Pers, Sumer û Asûr in. Heskîf mîrateya hevpar a dîroka mirovahiyê ye. Yanî a tê tunekirin bîra me, dîroka me, mîrateya me ye. Bi vê bîrbiriyê em bang li her kesî dikin ku li dijî vê derkeve. Divê Heskîf di bin avê de nemîne."