Bi resmên xêz dike hesreta ji bo welat ditebitîne

img

DÎLOK - Malaz Hamşo yê ji Îdlibê koçî Dîlokê kir, bi resmên xêz dike hesreta xwe ya ji bo welat ditebitîne. 

Wênesaz Mala Hamşo (40), di sala 2012'an de ji be rşerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji Îdlibê koçî Dîlokê kir. Bavê 4 zarokan Hamaşo, dema li Sûriyeyê bû tenê wekî hobiyekê nêzî resmê dibû lê belê niha bûye pîşeya wî. Hamşo, odeyeke xaniyê tê de dimîne kiriye atolye. 
 
'DÎLOK, PIR DIŞIBE BAJARÊN SÛRIYEYÊ' 
 
Hamşo, diyar kir ku piştî koç kirine jî dest ji resmê bernedaye û eleqeya wî ya ji bo resmê ji 5 saliya wî dest pê dike. Hamşo, bilêv kir ku bi saya mamosteyên xw eyên li dibistanê baştir hînî resman bûye û got: "Tim dixwestin resman çêbikim. Çûm kursan. Paşê min Esntitiya Ciwankariyê kuta kir. Ez resmên xwe bi boyaxa birûn û bi qelemziriçê çêdikim. Bi qelemziriçê bêtir portreyên mirovan xêz dikim. Dema hatim Dîlokê min ferq kir ku Dîlok dişibe gelek bajarên Sûriyeyê. Çanda me jî dişibe hevdu. Lê min pir bêriya Sûriyeyê, bajarê xwe kiriye. Lê belê ji ber rewşa heyî nikarim biçim." 
 
Hamşo, anî ziman ku wexta koçî Dîlokê kiriye ewilî hin deverên Sûriyeyê xêz kirine û bi van resman hewl daye hesreta ji bo welat a li mirovên li derdora wî û li wî peyda bûye bitebitîne. Hamşo, got: "Di şer de welatê me rûxiya. Min resmên vê rewşê xêz kirin. Çimkî divê nifşên ciwan zanibin ka li welat çi zor û zehmtî hebûne." 
 
‘DIXWAZIM ATOLYEYEKÊ VEKIM' 
 
Hamşo, got: "Wexta atolye hebe wê şagirtên min jî hebin. Li vira min gelek wênesaz nas kirin. Bi wan re jî xebitîm. Bi tiştên ji wan hîn bûm min hunera xwe bêtir pêş xist. Ji bo hunera min bigihê mirovan alîkariya min kirin."