Hejmara 9’emîn a Kovara Dilopê derket

img

AMED – Hejmara 9’emîn a Kovara Dilopê bi dosyeya “Di wêjeya zarokan a kurdî de hêçandin û derfet” derket. 

Hejmara 9’emîn a Kovara Dilop a li ser xebatên wêje, çand, huner û polîtîka ku ji du mehan carek weşanê dike derket. Dosyeya vê hejmarê li ser zarokan e û li ser mijara “Di wêjeya zarokan a kurdî de hêçandin û derfet” hatiye nîqaşkirin. Di vê hejmarê de nivîsên hunermend û nivîskarên wek Nîzamettîn Arîç, Zeynep Yaş, Şeyhmus Dîken, Recep Maraşli, Nevzat Onaran, Mehmet Bayrak, Recep Dildar, Gul Koksal, M. Ender Ondeş, Fewzî Bîlge, Îsmaîl Dîndar, Tahîr Şilkan, Îbrahîm Karaca, Miradê Miradan û Cemîl Oguz cih digirin.