Zarokan bi 40 Wêneyan Amed raxist pêş çavan

img

AMED - 7 zarokên di bin baneya Goç Vakfi ya Amedê de pêşengeha “Bi Çavê Zarokan Amed” vekirin, bi 40 wêneyên li sînorê Amedê kişandin, Amed raxistin pêş çavan. Zarokên wêne kişandin bi taybetî cihê lê jiyane û wêneyên Sûrê bikişînin.

 
7 zarokên di bin banê Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (Goç Vakfi) ya Amedê de li Amedê wêne kişandin, pêşengeha wêneyan a “Bi çavê Zarokan Amed” ku ji 40 wêneyan pêk dihat di navbera 6 û 7'ê Tîrmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan pêşandan. Zarokan bi wêneyê kişandin xwestin rastiya jiyana çand, dîrok, civak û Sûrê bidin nîşan. Têkildarî pêşengehê Civaknasa Goç-Vaqfi ya Amedê Dîlan Ok destnîşan kir ku ji çavên zarokên ku rewşa aboriya wan nebaş wêneyên navçeyên navenda Amedê kişandin û wiha got: "Armanca me ew e ku zarokên bûne mexdûrên şer û penaberiyê rehabîlîte bikin. Em dixwazin hunera wan a wênekişandinê keşf bikin. Dema me dest bi projeyê kir, me ji zarokan pirsî. Xwestin zêdetir cihê ku jiyane bikişînin. Dîsa xwestin Minara Çarling, Xana Suluklu, Pira Deh Derî û Kirklar Dagı bikişînin. Bi taybet xwestin li Sûrê bikşînin. Zarokan dema wêne kişandin digotin 'Berê li vê derê ev tişt hebû lê niha xera bûye' û qala berê û niha dikirin. Cihê ku xerabûye di hişê wan de mabû. Dîmen navçeyê yê berê û dema niha di hişê wan de mabû û vê yekê bandorek li ser wan kir. 
 
'ZAROK BI XWE ÇARÇOVEYÊ WÊNE DIYAR DIKIN' 
 
Ok, diyar kir ku dema zarok projeyên xwe ji heval û malbatên xwe re vedibêjin bi wê kêfxweş dibin û wiha got: "Wênekêşên me yên dildar piştî karê teknîkî nîşanî zarokan da, zarokan bi xwe kadrajên xwe diyar kirin. Bi biryara xwe çarçoveya wêneyên xwe diyar dikin." Ok dest nîşan kir ku bi çend kesan dest bi vî karî kirin, lê dixwazin vê projeyê berdewam bikin û wiha lê zêde kir: "Me bi 7 zarokên temenê wan di navbera 9-15 salî de dest pê kir. Ger ku em fon peyda bikin emê hêjmara zarokan zêde bikin." Ok herî dawî diyar kir ku ji kesên ku li pêşengehê geriyayî bertekên erênî wergirtin û wiha got: "Mevanên me dema wêne dîtin matmayî man. Kadraja zarokan wan heyrî dike. Dibêjin zarokan çawa ev kişandine, pir xweş kişandine."
 
'EZ Ê KARÊ WÊNEKÊŞIYÊ BIDOMÎNIM' 
 
Ji zarokên ku wêne kişandine Mîne Boynûkara ya 11 salî jî diyar kir ku 5 sal in bi Weqfa Goçê re ye û bi vê gelek kêf xweş e û wiha got: "Li Deriyê Mêrdîn, Suluklu Han, Pira Deh Derî û beriya wan jî li hinek cihên dîrokî geriyam. Ev peşangeha min ya yekemîn e lê ez ê wêne kişandinê berdewam bikim. Li weqfê tenê wêne kişandin na carna mamosteyên me, me dibin seyranê jî. Planên atolyeyên boyaxê dikin. Li ser mafên zarokan atolye çêbûn. Di nava atolyeyan de ya ji bo min herî girîng atolyeya mafê zarokan bû. Em nû mafên xwe dizanin. Hînî xwe parastinê dibin." 
 
'JI BER WÊNEYÊN MIN DI PÊŞENGEHÊ DE CIH GIRTIN KÊFXWEŞ IM' 
 
Zaroka 10 salî Esmanûr Donat ku wêne kişandin jî li navçeya Sûrê dijî. Donat, diyar kir ku kêfxweş e ku cihên dîrokî yên Amedê geriyayî û got: "Ev wêneyên me kişandî bûne pêşengeh. Ji ber ku cara yekeme wêneyên min li pêşengehekê cih digirin gelek kêfxweşim. Wêneyên min kişandî bi hevalên xwe re parve kirin."