Pêşengeha 'Bi çavên zarokan Amedê' bi dawî bû

img
AMED - Pêşengeha zarokan a “Bi çavên Zarokan Amed” ku ji 40 berheman pêk dihat piştî 2 rojan vekî ma bi dawî bû. 
 
Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê ya Amedê pêşengeha wêneyan a “Bi çavên zarokan Amed” di 6-7'e Tîrmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da pêşandan. Pêşengeya 2 rojan vekirî ma, heta êvarî vekirî ma. Pêşengeha ku ji 40 wêneyên zarokan kişandine pêk dihat, wêneyên Mînareya Çar Ling, Pira Deh Derî, Birca Ben û Sen, Kolanên Sûrê û gelek warên dîrokî yên Amedê li pêş çavan raxist. Pêşengeh ji aliyê Gocvakfi ve û bi hevkariya Dilan Ok, Gulçin Şanli û tevlêbûna zarokan û fînansmana Komeleya Çanda Anadolu hat pêşandan. Wêne ji aliyê zarokên ku rewşa aboriya wan nebaş ve hatin kişandin. Pêşengeh îro sate di 17:00’an de bi dawî bû.