Piştî qeyûm yekemîn car şano hat pêşandan

img
MÊRDÎN - Li Qoserê, piştî çûyîna qeyûm yekemîn car ji aliyê Şanoya Bajarê Amedê lîstîka Kurdê ya “Wê Hesab Neyê Dayîn” hat pêşandan. Bi sedan kes şano temaşe kirin.
 
Midûriyeta Karê Çand û Civakî ya girêdayî Şaredariya Qoser a Mêrdînê ku rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêve dibe, piştî çûyîna qeyûm yekemîn car şanoya Kurdî pêşkêş kir.  
 
Lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê lîstika “Wê hesab Neyê Dayîn” a ji aliyê Darîa Fo ve di sala 1974’an hat nivîsandin û derhêneriya wê Ruknettîn Gun kir, pêşkêş kirin. Şanoya ku li Navenda Jinan a Nûda hat pêşandan, ji aliyê bi sedan kes ve hat temaşe kirin.
 
Îro jî dê di piştgiriya Şarêdariya Qoserê saet 20.00’an de, lîstîka Xwazgînî li Navenda Jinan a Nûda bê pêşandan.