Dixwazin peykerê 33 ciwanên hatin kuştin biçikilînin

img
RIHA - Şaredariya Pirsûsê, dixwaze li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê peykerê 33 ciwanên htin qetilkirin deyne. Ji bo vê jî li bend Şredriya Bajarê Mezin a Rihayê ye ku tapoyê tahsîs bike. Hevşaredar Hatîce Çevîk, diyar kir ku ji bo bîranîna ciwanên hatine qetilkirin tim bijî, ew dixwazin vî peykerî li bxçeyê navend çandê bi cih bikin. 
 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê DAIŞ'ê êrîşek pêk anîbû û di vê êrîşê de 33 ciwanên Federsyona Komeleya Ciwnên Sosyalîst (SGDF) ku dema xwestin biçin Kobaniyê û alîkariy zarokên li wir bikin hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bibûn. Rêveberiy Şaredariya HDP'î ya di hilbijartina 31'ê Adarê de li Pirsûsê bi ser ket, ji bo bîranîna ciwanên hatin kuştin bijî dixwaze li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê peykerê 33 ciwanan çêbike. Lê belê ji ber pirsgirêka mulkiyetê ya navenda çandê heye ji bo vê gav nayên avêtin. Ji ber di sala 2012'aan de Riha bû "şaredariya mezin", tapûya navendê ya ku ji aliyê Şaredariya Pirsûsê hatibû avakirin dewrî ŞÛSKÎ'yê hatiye kirin û ji bo peyker bê bicihkirin divê tapo ji nû ve tahsîsî Şaredariya Pirsûsê bê kirin. 
 
Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk, ew dixwazin ev navenda ku bi sedan zarok ji bo çand û hunerê lê hatine perwerdekirin dîsa bê vekirin. Çevîk, destnîşan kir ku ji bo vê wan hevdîtin bi Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê re pêk aniye û şaredariya mezin soz daye wan ku wê navend bibe wekî berê. 
 
JI BO BÎRANÎNA 33 CIWANAN 
 
Çevîk, destnîşan kir ku Navenda Çandê ya Amarayê di warê çalakiyên xwe yên ji bo jin, ciwan û zarokan de ji bo gelê Pirsûsê cihekî girîng e û got: "Me ji şaredar xwest ku niha navend ji bo çalakiyên çand û hunerî bê bikaaranîn. Eger bibe wekî berê wê daxwaza me ya ji bo peyker jî hebe. Eger nebe jî em ê ji bo 33 canên xwe yên hatin kuştin parkekê çêbikin. Em ê nvên kesên hatin kuştin li parkê bikin. Em dixwazin bîranînên wan bijîn û neyên jibîrkirin. Malbatên pirsûsî jî bi awayekî nivîskî ev daxwaz ji me kirin. Ji bo ev daxwaz pêk bê çi hewce be em ê bikin."