Weqfa Mezopotamyayê Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî çap kir

img

AMED – Weqfa Mezopotamyayê, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî çap kir. 

Weqfa Mezopotamyayê ku xebatên kurdî dike, mohra xwe avêt binî xebateke din a wêjeyî û ji koleksîyona Aleksandre Jabayî, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî “Rîsaleyî Tû?fetu’l-Xîlän Fi Zimanê Kurdan (Pirtûkçeya Diyariya Dostan di Zimanê Kurdan da)” çap kir. 
 
Pirtûka ku ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdîyî ve bi tîpên erebî kurdî hatiye nivîsandin, ji aliyê zimanzan Mîkaîl Bilbil û Mistefa Oztirk ku di bin sîwana Weqfa Mezopotamyayê de xebatên kurdî dimeşînin ve hatiye latînîzekirin û ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hat çapkirin.  
 
HEM METNÊN ORÎJÎNAL Û HEM JÎ YÊN LATÎNÎZEKIRÎ HENE
 
Pirtûk ji aliyê Mela Mehmûdê Bazîdîyî ve ji bo hînkirina kurdîya kurmancî hatiye amadekirin û ji beşên rêziman, ferhengok û diyalogan pêk tê û yek ji giringtirîn berheman e ku di koleksîyona A. Jabayî de cih girtiye. Di pirtûkê da hem nirxandina berhema Bazîdîyî hem metina orîjînal û hem jî metinên latînîzekirî û sadekirî hene.