Li Cemxaneya Dîlokê hem çanda xwe hîn dibin hem jî werzîşê dikin

img

DÎLOK – Qulûba Werzîşê ya Haci Bektaş Velî, di qada tekwandoyê de li ser hevdu bi ser dikeve. Werzîşvanên qulûbê, bi lêv kirin ku bi saya kursên li cemxaneyê hê bêtir haya wan ji çanda wan çêdibe. 

Şaxa Federasyona Komeleyên Çanda Elewiyan (AKDF) a Dîlokê, di sala 2013'an de Qulûba Werzîşê ya Haci Bektaş Velî ava kir. Ev qulûb, li Tirkiyeyê yekem qulûb e ku di bin banê cemxaneyê de hatiye avakirin. Qulûb, li Cemxaneya Duztepeyê dixebite. Bi serketinên xwe yên di tûrnûvayên herêmî û anvnetewî de balê dikişîne. Ciwanên elewî yên hatin qulûbê û bi werzîşa tekwandoyê re eleqedar dibin, bilêv kirin ku piştî hatin qulûbê cemxwane û çanda xwe ji nêz ve nas kirine. 
 
Serokê şaxê Îsmet Kûrt, bilêv kir ku 6 sal in qulûba wan heye. Kûrt, da zanîn ku niha zêdetirî 100 şagirtên Qulûba Werzîşê ya Haci Bektaş Velî hene û got: "Ji bo ciwanên me badilhewa li derve negerin me qulûb vekir. Di vî warî de em bi ser ketin. Her çend bi hunera şer re eleqedar bibin jî, lê me temî li werzîşvanên xwe kiriye ku yên li hemberî we can in. Li gelek deverên Tirkiye û Dîlokê, me di gelek tûrnûvayan de madalye bi dest xistine. Niha înşeata cemxaneya me ya dudoyand idome. Wexta înşeat biqede nêzî wir kompleksên werzîşê hene. Em dixwazin li wir tîmeke futbol, basketbol an jî voleybolê ava bikin." Kûrt, destnîşan kir ku divê em fonksiyonên cemxaneyan zêde bikin û ciwanên xwe ber bi ecmxaneyan ve bikişînin. 
 
‘ME 6 MADALYA QEZENC KIRIN' 
 
Mamosteyê Tekwandoyê Mehmet Bagriyanik ku nêzî 30 sal in bi tekwandoyê re eleqedar dibe, bilêv kir ku bi werzîşê ciwan hem ji tiştên xirab dûr dikevin hem jî tên cemxaneyê çanda xwe bêtir nas dikin. Bagriyanik, got: "Di tûrnûvaya dawî de me 6 madalya qezenc kirin." 
 
DIXWAZE BIBE ŞAMPIYONA CÎHANÊ 
 
Werzîşvan Heval Gulçîçek (15), diyar kir ku du sal in bi tekwandoyê re eleqedar dibe û niha kembera wê ya sor heye. Gulçîçek, anî ziman ku ji ber hunera lihevxitinê bala wê dikişîne bi kêfxweşî tekwandoyê dike. Gulçîçek, bilêv kir ku kî gotiye jin bi hunera lihevxistinê re eleqedar nabin. Gulçîçek, destnîşan kir ku di tekwandoyê de lig or mêran jin serketîtir in û got: "Xeyala min ew e ku bibim şampiyana cîhanê û Ewropayê." Gulçîçek, diyar kir ku piştî dest bi vê werzîşê kiriye bêtir tê cemxaneyê. 
 
'HÊ BÊTIR ÇANDA XWE NAS DIKIM' 
 
Werzîşvan Demîrcan Akyel (15) ku 4 sal in li qulûbê ye, diyar kir ku dema ji bo şînê hatine cemxaneyê bi qulûba cemxaneyê hesiyaye. Akyel, destnîşan kir ku ji ber tekwando bala wî dikişîne tekwandoyê dike û bi tekwandoyê re hîn bêtir çanda xwe nas dike. Akyel, got: "Bi vê werzîşê re hîn bêtir berê min ket ecmxaneyê. Êdî tim tev li ceman dibim. Çanda xwe bêtir nas dikim. Ewil hinekî zehmet bû. Lê êdî hîn bûme. Qet ji antremana namînim. Armanca min, bibim şampiyonê cîhanê. Heta niha di tûrnûvayan de bûme yekemîn duyemîn. Heta ciwanên elewî li kuçeyan bigerin bila bên vira hem çanda xwe nas bikin hem jî bibin werzîşvan."