Ji DAIŞ'ê reviya weke piyanîst vedigere Kobanê

img

AMED - Necîm Mûhammed ku ji ber êrîşa DAIŞ'ê neçar ma koç bike, li Akademiya Muzikê ya MA'yê derket rêwîtiya muzikê û piştî 5 salan weke piyanîst vedigere Kobanê. 

 
Konservatûara Bajar a Aram Tîgran ku di sala 2010'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirin, ji aliyê qeyûmê Amedê Cûmalî Atîlla ve hat girtin.  Li ser girtina konservatûarê 490 qursiyer û 150 xwendekarên ku perwerdeya akademîk digirtin derbasî Akademiya Muzikê ya MA'yê bûn û li vir perwerdeya xwe ya muzîkê domandin. Akademiyê îsal 35 xwendekarên xwe mezûn kir. Mezûnên akademiyê ku bi armanca gihandina hunermendên gel perwerdeya xwe didomînin, diyar kirin ku dê zarokên kurd bê muzîk nehilin û ji bo perwerdeya girtine bigihînên şopdarên xwe zend û bendên xwe hildan.
 
JI DAIŞ'Ê REVIYA KET RÊWÎTIYA MUZÎKÊ
 
Her yek ji xwendekarê akadamiyê, bi çîrokeke cûda li Konservatûara Aram Tîgran gihîştin hev. Yek ji van kesan jî Necîm Mûhammed (18) e ku di sala 2014'an de li ser êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê, bi malbata xwe re neçar ma ku koçî Amedê bike. Xeyala zarokatiyê ya Mûhammed ku dixwest bibe piyanist, ji ber êrîşên DAIŞ'ê gelek xeyalên wî nîvco man. 
 
Mûhammed, li Amedê destpêkê li Navenda Çandê ya Cegerxwîn a girêdayî Şaredariya Peyasê dest bi perwerdeya muzikê kir. Ji ber ku mamoste tunebûn careke din xeyalên wî nîvco man. Piştî vê yekê Mûhammed berê xwe da Konservatûara Aram Tîgran û ji sala 2015'an ve ketibû rêwîtiya ku bibe piyanîst. 
 
 
XEYALÊN KU CAREKE DIN NÎVCO MAN
 
Mûhammed li Konservatûara Aram Tîgran destpêkê perwerdeya ûdê digire û paşê perwerdeya xwe bi kemanê didomîne. Berî ku perwerdeya xwe ya kemanê biqedîne, qeyûymê ku tayînê şaredariyê bû konservatûarê digire û careke din xeyalên Mûhammed nîvco dimînin. Piştî ku Akademiya Muzikê ya MA'yê tê avakirin, Mûhammed dest bi perwerdeya piyanoyê ku xeyala wî ya zarokatiyê bû dike. Piştî perwerdeya nêzî 4 salan Mûhammed ji akadamiyê weke piyanîst mezûn dibe.
 
Mûhammed ku niha perwerdekarê piyanoyê ye dê weke pîyanîs vedigere bajarê xwe Kobanê ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar mabû ku bi malbata xwe re jê derkeve. Mûhammed diyar kir ku dê pêvajoya perwerdeya xwe ku li akademiyê temam kiriye bibe Kobanê û wiha got: "Tiştên ku min akademî û konservatûarê dîtiye dê hînê zarokên Kobanê bikim. Ji bo pêşxistina muzika kurdî dê wane bidim zarokên Kobanê. Ez ê Kobanê bê muzîk nehêlim."