Qeydên Konservatura Bajêr dest pê kirin

img

AMED - Qeydên qursên Konservatura Bajêr ên havînê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kirin.

Serokatiya Daîreya Çandê û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên çandî de di 9 beşan de kursên havînê dide destpêkirin. Kurs ji bo temenên cihê cihê tên lidarxistin û qeydên ji bo kursan dest pê kirin. Qeydên ji bo qursan di 26'ê Hezîranê dest pê dikin û dê heta 10'ê Tîrmehê dewam dikin. Ji bo qeydan beşdar dikarin bi onlineyê li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin jî qeyda xwe çêkin. Ji bo zarokên di bin 18 saliyê de jî divê destûra malbatan hebe û ligel kopyaya nasnameyê divê serlêdan bêne kirin. Her wiha serlêdan li Navenda Çandê û Kongreyan jî tên qebûlkirin.