Lİ Îdirê Mihrîcana Kevneşop a Mişmişan dest pê dike

img

ÎDIR - Mihrîcana Kevneşop a Mişmişan ku ji aliyê Şaredariya Îdirê ve tê lidarxistin sibê dest pê dike û heta 30'ê Hezîranê bidome. 

Şaredariya Îdirê cara duyemîn Mihrîcana Kevneşop a Mişmişan li dar dixe. Dê mihrîcan di navbera 28-29-30'ê Hezîranê de bê lidarxistin. Mihrîcan roja destpêkê saet 19.00'an de li ser Rêya Walî dest pê bike û Koma Dansê ya Kafkas Îdirê, Weysî Ermîş û Îlkay Akkay konser bidin. Di roja duyemîn de jî hunermend Seyfettîn Çelîk, Mem Ararat û Şebnem Tovûzlû û di roja dawîn de jî Cevdet Bagca, Gulseven Medar, Moğollar û Koma Folklarê ya Dewetê ya Îdirê derkevin ser dikê û konser bidin. Her wiha di mihrîcanê de pêşbirka mişmişa herî baş bê lidarxistin.