Berhema temenekî: Baweriyên Gelêrî

img

AMED – Pirtûka “Ji Binbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî” ya berhevkar Nîhat Oner derket. Di pirtûkê de baweriyên gelêrî û baweriyên çîrokên xwe hene di rûpelên pirtûkê de cih digirin. Oner ji bo pirtûka xwe wiha dibêje: “Min temenek daye vê pirtûkê û wê ev temen hêj ji bo folklora kurdan bixebite.”

Pirtûkek din jî li pirtûkxaneyên kurdî zêde bû. Pirtûka “Ji Binbîra Kurdan Baweriyên Gelêrî” ya nivîskar ango berhavkarê kelepûra kurdî Nîhat Oner ji Weşanên Wardozê derçû. Berhevkar Oner li bajarên Agirî û Îdirê yên Herêma Serhedê geriyaye û hemû baweriyên gelêrî bi gotina wî ku dibêje “libo libo” tomar kiriye û nivîsandiye. Oner di pirtûka xwe de, ji baweriyên li ser cinan, baweriyên li ser mêvanan, baweriyên li ser xewnan, baweriyên li ser cejn û sersalan bigire heta gellek baweriyên ku çîrokên xwe hene, cih daye gelek baweriyan. Oner van hemû baweriyên gelêrî bi zimanê Herêma Serhedê yê xwerû nivîsandiye. 
 
Pirtûk ji 127 rûpelan pêk tê. Oner ferhenga peyvên ku li herêma Serhedê tên bikaranîn û di baweriyan de cih daye wan, li dawiya pirtûkê bar kiriye û ji bo fêrbûnê ji xwînerên xwe re bûye alîkar. Her çiqas Oner di naverokê de diyar nekiribe jî pirtûk wek du beş hatiye nivîsandin. Di beşa yekemîn de li gorî mijarê bi dehan bawerî bêyî ku gotox û cihê wan bê diyarkirin, hatine nivîsandin. Di beşa duyemîn de jî bawerî û çîrokên wan hatine nivîsandin û her wiha  gotox û cihê çîrokan jî hatiye diyarkirin.
 
Oner derbarê pirtûka xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
BAWERIYÊN TÊN GOTIN BALA WÎ KIŞANDINE 
 
Oner bi bîr xist ku malbata wî ji ber Serhildana Agiriyê ji gundê xwe (Hesexan-Îdir) hatiye derxistin û koçî cihek din kiriye. Oner anî ziman ku ew ji biçûkatiya xwe ve serhildanên kurdan meraq dike û wiha got: “Ez diçûme gundan, min bi şahid û zarokên wan re heypeyvîn çêdikirin. Lê mixabin ku êdî dereng e, li her gundî dîtina şahidan ne pêkan bû. Dema ku ez diçûm ciyan, min şahid nedîdatana min berhevkariya folklorê jî dikir. Baweriyên kurdan gelekî bala min dikişand. Gelek baweriyên balkêş hebûn ku mirov dizanibû ku ew ji kûrahiya dîrokê hatine îro. Bi qasî panzdeh sal berê min xwest ez baweriyên gundê xwe binivîsînim û ji windabûnê xelas bikim. Paşê min dît ku ez her roj di nava gel de rastî baweriyan têm, min got a herî baş ew e ku baweriyên hemû gundan tomar bikim. Di dawiya dawiyê de ev berhema kete arşîva miletê kurd.”
 
TEMENÊ XWE DAYE BERHEMÊ 
 
Oner da zanîn ku ev berhem berhema emrekî (temenekî) ye û wiha domand: “Mirov divê sebir bike. Hingê ku têlefona min a destan heye, min çiqas bawerî, efsane, mît bihîstine (mijarên pirtûkê ev in, di nava hev de ne), min tim nivîsîne. Ji bo berhemeke wiha, sebreke baş divê. Meriv nikare xebatên wiha di nava çend salan de bi dawî bike, dê di bîra te de be ku dema te yeka nû bihîst binivîsînî û tê sebir bikî.” 
 
‘BI PIRTÛKÊ JIYANA GUNDEWAR JÎ DIPARÊZ IM’ 
 
Oner destnîşan kir ku beşeke kurdan her çiqasî li bajaran bijî jî dev ji rihê gunditiyê bernade û ev tişt anî ziman: “Em milletekî gundî ne. Her çiqasî beşek li bajaran bijîn jî jiyana xwe ya gundan bi xwe re didin jiyandin. Ez bi xwe di zarokatiya xwe de ji gund derketime, lê her tim hewl didim ku jiyana xwe ya gundewar biparêzim. Bi ya min piraniya kurdan wisa ne; naxwazin têkevine qalibekî bajarî yê ji taybetmendiyên kurdayetiyê dûr. Ev berhema han jî çiqasî li gundan hatibe berhevkirin, ewqasî li bajaran jî hatiye berhevkirin. Mirov nikare bêje li gundan zêdetir hatiye berhevkirin. Herdu jî wek hev in.”  
 
‘HIN BAWERÎ JI MÎTOLOJIYÊ TÊN’ 
 
Oner anî ziman ku pirtûk li ser bawerî, efsane û mîtolojiya kurdan e û wiha pêde çû: “Mirov nikare van hersêkan ji hev veqetîne. Dema ku tu bêjî çiyayên Agirî wiha hatine afirandin, ev him dibe bawerî, him jî efsane. Çimkî di nava wê de qala afirandina tiştekî tê kirin. Afirandin hebe, ev efsaneye. Gel jî hişke hişk bawer dike ku ew çiya ye, wisa afiriye. Ev jî bawerî ye. Her wisa hin bawerî hene ku ji mîtolojiyê tên. Min li jorê jî got; nêzî şehsed baweriyî hene û keda bi hezaran însanan di nav de heye. Mirov nikare yek bi yek gotoxê hemû baweriyan binivîsîne. Lê efsane û çîrokên di dawiyê de ne wisa ne. Di çîrok, metelok, efsane, destan û stranan de tu mecbûrî gotox bêjî, lê di baweriyan de ne wisa ne. Tu bi giştî qala herêma berhevkirinê bikî, bes e.” 
 
‘EZ DIXWAZIM LI HEMÛ WELAT BIGERIM’ 
 
Oner diyar kir ku wî ji ber kêmderfetan xebata xwe bi herêma Agirî û Îdirê ve sînor kiriye û ev tişt anî ziman: “Ez li Agiriyê dijîm, nîvê malbata min jî li Îdirê ye. Jiyana min tim li van her du bajaran derbas bû. Ev xebata min jî, berhemeke ku emrek hildaye. Ya din; derfetê min tunebûn ku ez li bajarên Kurdistanê yên din jî bigerim û wan deran jî berhevkariyê bikim. Qe nebe bidime hemberî hev ka baweriyên kurdan yên herêmên cuda çiqasî dişibine hev? Xeyala min e ku ez li hemû beşên welat, di nava hemû kurdan de berhevkariyê bikim, lê derfet pêşiya xeyalan digirin. Lê me tiştek da destpêkirin, hêvî dikim ku ev berhemên bi vî rengî bibin sedem ku hin kes li herêmên xwe jî xebateke wiha pêk bînin.”
 
GELLEK XEBATÊN DIN DI DESTÊ WÎ DE HENE 
 
Oner da zanîn ku li ser Serhildana Agiriyê û kumkujiyên bi wê re têkildar (Geliyê Zîlan, Newala Çêleka, Kumkujiya Mamedka, Kumkujiya Axûriyê û hwd) gelek xebatên wî hene û ev tişt got: “Ez ê di siberojê de li ser van bixebitim. Wekî din li ser her gundên kurdan meselok hene. Min qada ku ez lê dijîm meselokên wiha berhev kirine. Niha wek dosya amade ye. Wekî din di destê min de gelek berhevkariyên folklorê yên ji gencineya (xezîne) çanda devkî ya kurdan a nehatine nivîsandin hene. Di hêla berhevakariyê de ez xwe sînor nakim. Çi bi kêrî kurdan, ziman û çanda kurdan were, ez wan berhev dikim.”
 
NÎHAT ONER KÎ YE?
 
Di sala 1985'an de li gundê Qaziyê yê Agirê ji dayik bûye. Bi salan li ser folklara kurdan dixebite û di vê mijarê de çend berhemên wî hene. Berhemên wî wiha ne; Mîrza Mihemed, Gurzek Çîrok Ji Herêma Serheda, Dendo.
 
MA / Bîlal Guldem – Kadrî Esen