Hunermend ji bo Heskîfê derketin ser dikê: Em xwedî li Heskîfê derkevin

img

STENBOL – Hunermend ji bo xwedîderketina Heskîfê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Hunermendan got: “Ji bo Heskîf di bin avê de nemîne çi ji destê me tê em bikin.”

Hewldana Jiyandina Heskîfê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi şîara “Ji bo Heskîfê ne dereng e” bi beşdariya gellek hunermendan konserek li dar xist. Hunermend Apolas Lermî, Alî Dogan Gonultaş, Cem Erdost Îlerî, Çîgdem Karaman, Çîgdem Ulku, Dogan Çelîk, Diljen Ronî, Dodan, Erkan Ogur, Îsmaîl Hakki Demîrcîoglu, Fungistanbul, Îlker Îsabetlî, Gerdunî, Seyr-î Cem, Luxus, Meltem Taşkiran, Merîh Aşkin, Musa Bakî, Mubîn Dunen, Pinar Aydinlar, Sema Moritz, Talebe û Taylan Yildiz konser li dar xistin. Bi stranên xwe piştevaniya xwe ji bo Heskîfê dan nîşandan. Gellek welatî jî beşdarî şevê bû. 
 
Li ser navê Hewldana Jiyandina Heskîfê Nîlufer Perîhan Kurtoglu axivî û metna hevpar xwend. Kurtoglu behsa dîroka Heskîfê kir û got Heskîf cêwiya Xerabreşkê ye. Kurtoglu bang li UNESCO kir ku demildest xwedî li Heskîfê derkeve û divê her UNESCO xemsariya xwe xera bike. Kurtoglu da zanîn ku bobelatek civakî li benda wan sekiniye û got: “Çi ji destê kî tê divê ji bo Heskîfê bike û bikeve tevgerê.” 
 
‘GELÊ HERÊMÊ JI WE HÊZ DIGIRE’ 
 
Piştî Kurtoglu rojnameger Metîn Yoksu yê bi mehane li Heskîfê hilweşandinê dişopîne jî axivî û diyar kir ku têkoşîna ji bo Heskîfê û Geliyê Dîcleyê bê dayîn hêj ne dereng e û ji bo vê yekê div ê çalakiyê de cih girtiye. Yoksu bal kişand ser nêrîn û gazinên xelkê Heskîfê û got: “Gelê herêmê ji we rewşenbîr û hunermendan hêz digire. Divê hunermend û rewşenbîr bawer bikin ku têkoşîna ji bo Heskîfê ne dereneg maye û di vî warî de peyaman bidin û bang li xelkê bikin.” 
 
Piştî axaftinê hunermend yek bi yek derketin ser dikê û ji bo Heskîfê hunera xwe pêşkêş kirin. Hunermendan jî da zanîn ku ji bo Heskîfê hêj nederenge û pêwîste teslîmî rantê neyê kirin.