Li Heskîfê şikefta dîrokî xistin bin betonê

img

ÊLIH – Li navçeya dîrokî ya Heskîfê şikefta 10 hezar salî bi betonê veşartin. Rênîşander Şêhmus Turgay da zanîn ku çîroka bi hezarên salan a şikefta dîrokî heye û vê şikeftê ji bo bendava temenê wê 50 salî ye tune kirin. 

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê çêkirina Bendava Ilisûyê didome. Ji ber bendavê dê navçeya dîrokî ya xwedî 12 hezar salî Heskîf di bin avê de bê hiştin. Hilweşandina li Heskîfê vê hefteyê jî dewam kir. 
 
Li navçeyê li aliyekî hilweşandin didome û li aliyê din jî di bin navê “"restorasyonê” de karê veşartina Keleha Heskîfê ya bi betonê jî didome. Tê dîtin ku bi dehan şikeftên dîrokî bi betonê hatine dagirtin û veşartin. Şikefta dîrokî ya ku qala dîroka wê ya 10 hezar salî tê kirin bi kepeçeyan hilweşandin û din betonê de hiştin. 
 
DI BIN NAVÊ PARASTINÊ DE TUNE DIKIN 
 
Ji roja hilweşandinê dest pê kir, Turbeya Zeynelbeg, Turbeya Îmam Abdullah, Minareya Mizgefta El-Rizik, Mizgeft û Mineraya Selahattîn Eyûbî, Hemama Artuklu û Deriyê Roma yên dîrokî ji şûna wan hatin rakirin û birin li cihê Heskîfa Nû bicih kirin. Dema ev berhemên dîrokî hatin veguheztin nayê zanîn ku çiqas zirarê dîtine. Li gel van veguheztinên berhemên dîrokî Keleha Heskîfê ya dîrokî jî bi betonê tê dorpêçkirin. 
 
Li Heskîfê heta îro ji sed şikeftî zêdetir di bin navê “restorasyonê” de bêyî bêlêkolînkirin bi makîneyên kar hilweşandin û xistin bin betonê. 
 
TEVÎ HILWEŞANDINÊ JÎ RÊNÎŞANDER HESKÎFÊ DIDIN NASÎN 
 
Li gel hilweşandin û veguheztina berhemên dîrokî jî rênîşanderên Heskîfê di her fersendê de qala dîroka Heskîfê ji turîstan re dikin. Ji rênîşanderên Heskîfê Şêhmus Turgay anî ziman ku ji ber şikeftên dîrokî xistine bin betonê ew gellek xemgîn in û wiha got: “Çîroka şikefta bi hezarên salan ku xwedî dîrokek kevnar e heye. Lê vê şikefta dîrokî kirin qurbana bendava temenê wê 50 salî ye. Êdî em jî nizanin em ê çibikin. Me ji vê axa em lê hatine dinê derdixin. Ev yek kesî bextewar nake.” 
 
Turgay da zanîn ku ew ji biçûktiya xwe ve navçeya Heskîfê û berhemên wê dîrokî bi turîstan dide nasîn û heta temenê wî têr bike dê li gel hilweşandina Heskîfê jî qala cihên dîrokî ji xelkê re bike. 
 
MA / Metîn Yoksu