Pirtûka helbestvanê girtî Îlhan Çomak îmze kirin

img
AMED -  Manos Kîtapê li Pirtûkxaneya Lîlav a li Amedê ji bo danasîna pirtûka helbestan a "Geldîm Sana" ya helbestvan Îlhan Samî Çomak ku 25 sal in di girtîgehê de ye bernameyek li dar xist.
 
Manos Kîtap’ê li Pirtûkxaneya Lîlav a li Amedê ji bo danasîna pirtûka helbestan a "Geldîm Sana" ya helbestvan Îlhan Samî Çomak ku 25 sal in di girtîgehê de ye bernameyeke îmzeyan li dar xist. Pirtûka Çomak, "Geldîm Sana" xelata helbestan a ked û berxwedanê ya Sennûr Sezer wergirtibû. Di bernameya îmzeyê de nivîskar Şehmûs Dîken, Vecdî Erbay, Îlhamî Sîdar û Nûrcan Baysalê pirtûk îmze kirin. Di bernameyê de nîvîskar Şehmûs Dîken diyar kir ku Serhat Tugan piştî 28 salan ji girtîgehê hate berdan û got: “ Hêvî dikim ku di nêz de Îlhan Samî jî were berdan." Diken, pişt re ji pirtûkê helbesta "Geldîm Sana" xwend. Piştî axaftina nivîskarên din jî îmzekirina pirtûkan dest pê kir. 
 
Çomak di 8’ê Adara 1973’an li Kanîreş a navçeya Çewlikê hatiye dinê. Piştî dibistana seretayî, dibistana navîn û lîse li Çewlikê kuta kiriye û dû re li beşa Erdnîgarîyê ya Fakulteya Wêje û Fen a Zanîngeha Stenbolê bi cih dibe. Dema xwendekarê zanîngehê ye di sala 1994’an de tê binçavkirin û pişt re tê girtin. 25 sal in girtiye. Niha di Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kiriklarê de ye. 
 
Berhemên Çomak ên çapkirî ev in: Geldim Sana, Gîtmeler Çîçek (2004), Açik Denîz (2006), Gunaydin Yeryuzu (2011), Kedîlerîn Yazdigi Îlahî (2014), Yagmûr Derslerî (2017), Bîr Sabah yurudum (2017) û Dîcle’nîn Gunlugu (2017).