Cîwanê kurd ê şampiyonê Ewropa: Ez dixwazim Amedê bidim nasîn

img

AMED – Cîwanê kurd Taner Kalkan ku bû şampiyonê Wûshû Kûng Fûyê yê Ewropayê diyar kir ku hedef dike bibe şampiyonê cîhanê û wiha bang li cîwanan kir: “Li şûna ku bikevin dafika hişbirê, bila bi sporê re eleqedar bibin.”

 
Di navbera 24’ê Nîsanê û 2’ê Gulanê de li paytexta Rûsya Moskovê 5’emîn Pêşbirkê Şampiyoniya Wûshû Kûng Fû ya Ewropayê pêk hat. Di kategoriya 52 kîloyî ya vê pêşbirkê de cîwanê kurd Taner Kalkan ku ji navçeya Farqîn a Amedê ye, bi ser ket û bû şampiyonê Ewropayê. Kalkan bi vê serkeftina xwe xelata zêrîn wergirt. 
 
Kalkan di sala 2002’an de li taxa Baglar a Farqînê ji dayik bû. Di 10 saliha xwe de dema ku diçû dibistana navîn, bi teşvîqa xalê xwe Nîmet Kalkan ku antrenorê spora Wûshû Kûng Fûyê ye dest bi qursên vê sporê kir. Kalkan di nav salan de xwe bi pêş xist û hem li Tirkiye û hem jî li qada navneteweyî ji ber serkeftinên xwe gelek xelat wergirt. 
 
7 SAL IN BI SPORÊ RE MIJÛL DIBE
 
Kalkan, têkildarî jiyan û têkoşîna xwe ya spora Wûshû Kûng Fûyê ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî û qala serkeftinên xwe kir. Kalkan diyar kir ku 7 sal in bi  spora Wûshû Kûng Fûyê re eleqedar dibe û wiha got: “Xalê min Nîmet Kalkan ê antrenorê Wûshû Kûng Fûyê ye ez teşfîqê vê sporê kirim. Dema ku min dest pê kir, her tim ji xwe re digot ku ez ê çend rojan bêm û devjê berdim. Lê wiha nebû. Min qet devjê ber neda û îro bûm şampiyonê Ewropayê.” 
 
NAFIKIRE DEVJÊ BER DE
 
Kalkan, anî ziman ku beriya dest bi Wûshû Kûng Fûyê bike gelekî ji fûtbolê hez dikir û ev tişt got: “Min di destpêkê de gelek ji futbolê hez dikir. Min bi saetan bi futbolê dilîst. Lê niha min futbolê ji bîr kiriye û gelek ji Wûshû Kûng Fûyê hez dikim. Nafikirim ku dev ji vê sporê berdim. Di vê mijarê de malbata min jî piştgiriyeke mezin dide min. Ji bo ku bi sporê re mijûl bibim malbata min gelek zor da min. Baş e ku zor dane min.” 
 
SERKEFTINA XWE DIYARÎ FARQÎNIYAN KIR
 
Kalkan ku şampiyoniya xwe diyarî farqîniyan kir, bi van gotinan qala serkeftinên xwe kir: “Dixwazim bi serkeftinên xwe navê navçeya xwe Farqîn û bajarê xwe Amedê jî bidim bihîstin. Dema diçim maçên xwe yên neteweyî û navneteweyî bi navê min Taner gazî min nakin. Ji min re Amedî dibêjin. Ev yek jî gelek li xweşa min diçe. Du caran bûm şampiyonê Tirkiye û du caran jî bûm şampiyonê Balkanan.”
 
DÊ SPORVANAN BIGIHÎNE
 
Kalkan, di berdewamê de qala hedefa xwe jî kir û ev tiş got: “Sala bê Pêşbirka Şampiyoniya Cîhanê ya Wûshû Kûng Fûyê heye. Hedefa min ew e ku sala bê di vê pêşbirkê de jî bibim şampiyonê Cîhanê. Heke li wir pîleyeke baş bigirim ez ê dest bi gihandina sporvanan bikim û ji welatê xwe şampiyonên nû yên Ewropa û Cîhanê derxim.” Kalkan herî dawî bang li cîwanan kir û xwest ku li şûna ku bikevin dafika hişbirê, bila bi sporê re eleqedar bibin. 
 
MA / Kadrî Esen - Aydin Atay