Xelata Arjen Arî dan helbesta "Radîşo" a Murat Oruç

img
AMED – Weşanên Sor, encamên pêşbirka helbestan a Arjen Arî ya ku di sala 6'emîn de tê li dar xistin, bi civîna çapemeniyê eşkere kir. Xelata Arjen Arî dan helbesta "Radîşo" ya Murat Oruç. 
 
Encamên pêşbirka helbestan a Arjen Arî ya Weşanên Sor û malbata Arjen Arî li dar dixe eşkere bû. Pêşbir 6 salin li ser navê Arjen Arî tê li dar xistin. Arî di 30’ê Cotmeha 2012’an li Amedê bi nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Arî jiyana xwe ji dest dan her sal pêşbirgê li dar dixin. Di civînê de nivîskar Reşo Ronahî got: “Duh cejna zimanê kurdî bû. Arjen Arî heta dawiya emrê xwe ji bo ziman û wêjeya kurdî hewl da. Em dixwazin gotinên wî yên derheqê ziman de bibîr bînin.” Ronahî helbesta Arî ya li ser ziman jî parve kir û wiha got: “Ez bi zimanê xwe hebim, Kulîlk bi rengê xwe hebe, Şalûl bi dengê xwe, Tuyê bi çiyê xwe hebî, Heke zimanê te tune be?”
 
RADIŞO HÊJAYÎ XELATÊ DÎTIN
 
Ronahî dest nîşan kir ku ew jî bi saya Arjen Arî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û wiha lê zêde kir: “Îsal pênc dosyeyan serî li pêşpirkê dan. Dosyayekê şertê serlêdanê bicih neanî. Ji ber wê nikarî beşdarî pêşbirkê bibe. Jurî Îrfan Amîda, Mem Bawer, Zulkuf Ergun, Berken Bereh û Necla Arî xelat diyar kirin. Jûrî Berken Bereh ji ber pirsgirêkên xwe yên malbatî nikarî dosyeya bixwîne û binirxîne ji ber vê yeke bi qineta hevpar a her çar endamên jüriye dosyeya helbestvan Mûrat Orûç a “Radişo” hêjayî xelatê dît. Em weke amadekarên vê pêşbirkê wî pîroz dikin. Em bi hevîne ku wê di qada helbesta kurdî de çalak û afirîner be.”
 
BANG LI CIWANAN KIRIN
 
Ronahî, anî ziman ku li gel vê xelatê her sal xelata rûmetê didin û wisa got: “Îsal Îsmaîl Beşîkçî hêjayî xelatê dîtin. Ji ber ku kêm kes hene weke Beşîkçî ji bo azadî û çarenûsa gele kurd ked dabe û tekoşiyabe.” Ronahî, heri dawî da zanîn ku merasîma xelatdanê dê di Fûara Pirtûkan a Amedê bê li dar xistin û gava bername zelal bû wê ragihînin û wiha bi dawî kir: "Weke gotinên dawîn em bang li canik û camêrên ciwan dikin da ku sala bê helbestên xwe bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî bişînin û em bang li sazî û dezgeh û medyaya kurdan dikin da ku bêhtir danasîna pêşbirkê bikin.”