'Divê hemû kes bibin şerkerê zimanê xwe yê zikmakî’

img

WAN - Hevseroka DÎSA-DER Evîn Adin, diyar kir ku divê hemû kes bibin şerkerê zimanê xwe yê zikmakî û got: “Lazime ku civaka Kurd xwedî zarokên xwe derkevin û zimanê kurd jiyanî bikin.

 
Gelê Kurd, her sal di 15'ê Gulanê de, roja Kovara Hawarê ya di sala 1932'yan de li Şamê ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hat weşanin, weke roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Li Wanê, xebatên zimanê Kurdî, ji aliyê Komeleya Lêkolînên Huner û Çanda Ziman (DÎSA-Der) bi qûrsan dewam dike. Hevseroka Komeleyê Evîn Adîn derbarê Cejna Zimanê Kurdî de axivî û xwest hemû kes li dijî pişavtinê bi Kurdî bi axivîn. 
 
'KURDÎ BERSIVA JIYAN NÛ YE'
 
Adîn, diyar kir ku tu ziman bi pişavtinan tune nabe û wiha got: “Ev polîtîkayên li dijî Kurdî divê ji holê rabin. Zimanê Kurdî li Rojhilata Navîn, yek ji 4 zimanên herî dewlemend a tê axaftine. Rojhilat Navîn dîroka dest pê kê ya mirovahiyê ye. Divê Kurdî bêparastin û hîn zêdetir bê axaftin. Kurdî zimanek dewlemende û bersiva jiyanek nû ye. Ji ber vê divê bê parastin û fêrkirin. Ligel ku zimanê Kurdî ne fermiye jî, li ser vê erdnîgariyê tim hebûye û hebûna xwe dewam kiriye.”
 
'BI KURDÎ AXAFTIN DIVÊ ÇANDEK BE'
 
Adîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Divê dayikên me, zarokên me û ciwanên me hîn zêdetir bi Kurdî biaxivin. Divê em li dijî pişavtinê berxwedana ziman bilind bikin. Bi awayekê azad Kurdî nayê axaftin. A rastin zimanê Kurdî dinava berxwedanekê deye. Ji bo vê divê hemû kes bibin şerkerê zimanê xwe. Bi Kurdî axaftin divê bibe çandek. Divê em pirtûkan bixwînin, helbestan guhdar bikin û stranan bêjin. Ev hemû di warê zimanê Kurdî de xwedî girîngiyek mezinin.”