Mihrîcana FîlmAmed bi ‘Her Malek Dibistanek’ bi dawî bû

img

AMED – Mihrîcana FîlmAmed ku îsal cara 7’emîn hat lidarxistin, bi pêşandana belgefîlmê ‘Her Malek Dibistanek’ bi dawî bû.

Mihrîcana FîlmAmed ku îsal ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhşilata Navîn ve cara 7’emîn hat lidarxistin, bi pêşandana belgefîlmê ‘Her Malek Dibistanek’ bi dawî bû. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salih Aydenîz, Koma Helbestê ya Amedê, nûnerên saziyên sivîl û gelek sînemahez tevlî pêşandana belgefîlma ku li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandin, bûn. 
 
HER MALEK DIBISTANEK
 
Di pêşandana belgefîlmê de çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ve hat destpêkirin û li tevî girtîgehan berbelav bû, bi dûrişmeya"Bijî berxwedana zindanan" hat silavkirin. 
 
‘ZIMANÊ ME YÊ DAYIKÊ HEBÛN Û NASNAMEYA ME YE’
 
Belgefîlm ji aliyê beşdaran ve hat ecibandin. Di dawiya pêşandana belgefîlmê de derhêner û lîstikvanên belgefîlmê daxuyaniyek dan. Parlamanter û lîstikvana belgefîlmê Saliha Aydenîz axaftinek kir û di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê. 
 
Mijara belfegîlmê zimanekî qedexe, dibistaneke hatiye mohrkirin, zarokên ku li malan bi zimanê dayika xwe perwerde dibin û malbatên ku malên xwe wergerandine dibistanê ye. Di belgefîlmê de çîroka mirovên ku ked didin zindîkirina zimanekî qedexekirî tê vegotin.
 
Ji bilî belgefîlma “Her Malek Dibistanek” belgefîlmên bi navê “Filmê Wî” , “Çavên Stranan” , “Sohbeta Mîraz” , “Primas” hatin pêşandin.