Mihrîcana Film Amed bi fîlmên nû didome

img
AMED – Mihrîcana Belgefîlm a FîlmAmed di roja 3'emîn de bi 9 fîlmên nû berdewam kir 
 
7'emîn Mîhrîcana Belgefîlm a FîlmAmed a Komeleya Sînemayê ya Akademiya Rojhilata Navîn li dar dixe di roja 4'emîn de berdewam kir. Mihrîcanê bi fîlmên "Pişkova Sedef", "Birîna Xurûrê", "Amîna", "Modela keybanû", "Sînemayên dayika min", "Fermandar Arîan", "Di piste pista bayê de", "Ara Guler Carek ji caran Stenbol" û "Li Sûriye ji dayikbûn" berdewam kir. Piştî fîlmên “Sînemayên dayika min” û “Modela keybanû" derhênerên her du fîlman bernameya gotûbêjê li dar xistin.  Derhênera fîlmê “Modela Keybanû” Dilan Engin û derhênera fîlmê “Sînemayên Dayika Min” Cansel Karacan di moderatoriya Lîsa Çalan a ku di 5'ê Hezîrana 2015'an de li mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê birîndar bû du lingên xwe windakirî de hat kirin. Her du derhêneran bi kurtasî qala çêkirina fîlmên xwe kir. Piştî bersiv dayîna pirsên temaşevanan gotûbêj qediya.
 
LI SER FERMANDAREKE JIN
 
Fîlmê Arian rastî eleqek mezin hat. Filma Arian a derhênerê wê Alba Satorra ji ber ku qedexeya wê ya ketina Tirkiyê heye nikarî tevlî bibe û mijara wê li ser fermandarek YPJ'ê ku di şerê Kobanê de cih digire vedibêje eleqeyek mezin dît. Derhêr bi vî fîlmî balê dikişîne ser Fermandara YPJ'ê ya di eniyeke şer a Sûriyê de bi tabûreke jin, êrişê dibe ser DAÎŞ’ê ku bajêr rizgar bike û birîndar dibe. Dema fîlma  Fermandar Arîyan bi dawî bû li salonê temaşevanan dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", “Jin Jiyan Azadî” û "Bijî Serok Apo" berz kirin.