Festîvala FîlmAmed bi eleqeyek baş dewam dike

img
AMED – Festîvala 7’emîn a Belgefîlman a FîlmAmed bi pêşandana fîlm û belgefîlmên cuda didome. Sînemahez eleqeyek baş nîşanî festîvalê didin. 
 
Festîvala 7'emîn a Belgefîlma FîlmAmed li salonên sînemayê yên Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ÇandAmed) didome. Mihrîcan îro di roja çaremîn de didome. Duh êvarê jî belgefîlm hatin nîşandan. Duh 8 fîlm ango belgefîlm hatin pêşandan. Sînemahezan eleqeyek baş nîşanî festîvalê yanî pêşandana fîlman dan. 
 
Festîvalê di roja sêyemîn de bi belgefîlma “Hûn Ji Dûristanê Hatine” ku qala malbatek belavbûyî ya Filîstînî dike perdeyê xwe girt. 
 
Piştî pêşandana fîlm derhêner Amal Ramsîs gotûbejek ji temaşevanan re kir. 
 
Mihrîcan dê sibê bi pêşandana fîlmê “Her Mal Dibistanek e” ya ku Ardîn Dîren derhêneriya wê kiriye bi dawî bibe.