Mîhrîcana Şanoya Amedê dest pê dike

img
AMED – Wê Mîhrîcana Şanoya Amedê ya 7'an di 26'ê Nîsanê de dest pê bike. Şanoger Yavûz Akkûzû, diyar kir ku ew li benda hemû şanohezan e. 
 
Dê Mîhrîcana Şanoya Amedê ya 7'an di 26'ê Nîsanê de dest pê bike û heta 5'ê Gulanêê dewam bike. Wê ji Amed, Wan û Stenbolê gelek komên şanoyê tev li mîhrîcanê bibin û her wiha wê ji Mahabadê jî komek tev li mîhrîcanê bibe. Wê mîhrîcana îsal diyarî şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya bê kirin ku par jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Şanorger Yavûz Akkûzû, diyar kir ku ew ê mîhrîcana îsal diyarî lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya bikin ku par jiyana xwe ji dest dabû. Akkûzû, anî ziman ku ew ê di mîhrîcanê de bi şanoya xwe der barê çalakiyên greva birçîbûnê de jî hin peyaman bidin û bal bikişînin ser tecrîdê. 
 
LI BENDA ŞANOHEZAN E 
 
Akkûzû, anî ziman ku wê merasîma vekirina mîhrîcanê li li eywana Şanoya Bajêr Amedê bê lidarxistin û got: "Piştî merasîma vekirinê wê mîhrîcan li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Mezin a Amedê bê lidarxistin. Em li benda temaşevanên xwe ne. Hêza hunerê ya ku mirovan bîen cem hevdu heye. Ez bawer dikim wê temaşevanên me jî li ser vî esasê tev bigerin û xwedî lê derkevin."