‘Eger em têbikoşin wê Heskîf rizgar bibe'

img
ÊLIH – Tê gotin wê di 10'ê Hezîranê de Bendava Ilisûyê avê bigire. Berdevkê Hewldana Heskîfê Ercan Ayboga, bilêv kir ku ew ê heta dawiyê bitêkoşin û got: "Me gelek caran da rawestandin, taloq kir. Em bawer dikin ku em ê careke din jî bi ser bikevin." 
 
Hat daxuyandin ku wê di 10'ê Hezîranê de Bendava Ilisûyê avê bigire. Li ser vê Waliyê Êlihê jî di nav de Civîna Koordînasyona Heskîfa Nû pêk hat. Di civînê de hat gotin ku wê di 15'ê Gulanê de Heskîf bê valakirin. 
 
Berdevkê Hewldana Heskîfê û Berdevkê Têkiliyên Navnetewî ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga, diyar kir ku berê jî ji bo Bendava Ilisûyê dîrok hatibûn diyarkirin, lê belê ji ber têkoşîna wan ev yek hatibûn taloqkirin. Ayboga, got: "Sê sal in ev tê gotin. Em jî tam nizanin ka projeya Ilisûyê qediyaye yan na. Hîn pira mezin jî temam nebûye. Veguhastina ji bo Heskîfa Nû jî pêk nehatiye. Çimkî hîn çêkirina malên li wir temam nebûye. Li gelek gundan hîn îstimlaqkirin temam nebûye. Her wiha xebatên qaşo ji bo xelaskirina mîrateya çandî jî neqediyane." 
 
'EM Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN' 
 
Ayboga, diyar kir ku di havînê de avgirtin" derî aqilan e" û got: "Bi ya me ew e ku wekî her salê dîsa dixwazin bi ser civakê de biçin. Krîzeke aborî heye. Wekî wê pêk bê tev digerin. Lê em ê heta dawiyê li dijî vê bitêkoşin. Em ê bi paş ve gav neavêjin. Me gelek caran da rawestandin, taloq kir. Em bawer dikin ku em ê careke din jî bi ser bikevin." 
 
MA / Metin Yoksu