‘Di sektora sînemayê de jî keda jinê tê binpêkirin'

img

STENBOL -  Derhênerên jin anîn ziman ku wekî her qadê, jin di qada sînemayê de jî bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin û gotin: "Di sektora sînemayê de feraseteke ku keda jinê bin pê dike heye."  

Derhênerên jin, di sektora sînemayê de bal kişandin ser binpêkirina keda jinê. Derhêner Adar Taş, bilêv kir ku jin di sektora sînemayê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û got: "Ji ber li setê hejmara zilaman zêde ye, ev jî dibe sedema ku jin li gor wê teşe bigire. Ji lixwekirinê heta awayê axaftinê hîsiyateke şikilgirtinê heye. Zilam çawa bixwaze wisa tê setê, lê bekê jin berfirehtir diaxive û li gor wê kincan li xwe dike û diçe setê. Ev derhêner be jî, rewş naguhere." 
 
’JI 88 FÎLMAN TENÊ 8 FÎLM ÊN JINA NE' 
 
Taş, anî ziman ku li gor lêkolîneke sala 2013'an li Tirkiyeyê 88 fîlm ketine vîzyonê û ji evan fîlman tenê 8 jê yên derhênerên jin in. Taşa, destnîşan kir ku li cîhanê jî rewş wiha ye. Taş, da zanîn ku di navbera 2013-2014'an de li Hollywoodê ji fîlmên ketine vîzyonê tenê ji sedî 6.4 jê ên derhênerên jin in. Taş, diyar kir ku sedema vê yekê peydakirina fon, çêkeriyê, nivîsandina senaryoyê û kêşandina fîlman e û got: "Bi piranî çêker mêr in. Wexta derhênereke jin diçe ber deriyê çêker, ji derhênera jin nayê bawerkirin. Jin di warê peydakirina fonê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin." 
 
Her wiha Taş, anî ziman ku piştî hilberînê jî feraseta binpêkirina destkeftiyan rû dide û got: "Derhênerên zilam, wan didin ber rexneyan. Sirf jin e, derhênerên mêr dibêjin 'çênebûye'." Taş, destnîşan kir ku di sînemayê de a xwe dide der estetîk û afirandin e, lê belê zilam vê afirandinê bin pê dikin. Taş got: "Feraseta zilamî, ev qad jî bin pê kiriye. Li vir, jin jixwe re cihekî nabîne. Bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne." 
 
‘DIGOTIN TU YÊ DI HEFTEYA EWIL DE DEV JÊ BERDÎ' 
 
Derhêner Elîf Yîgît jî, anî ziman ku piştî wê Beşa Radyo, Sînema û Televîzyonê xwendiye, xwestiye bibe derhênerê dîtbariyê û got: "Mamosteyên min digotin, divê tu ji hlêla fizîkî xurt bî. Divê hêza te wek mêran be. Tu bikî nekî, ev nêzîkatî rê li ber gelek eksan digire." 
 
Yîgît, anî ziman ku wexta wê nû dest bi kar kiriye jê re gotine jin nikarin asîastaniya kamerayê bikin û got: "Digotin tu yê di hefteya ewil de dev jê berdî. Lê bi ser de çûm. Ji ber tim behsa hêza mêr dikirin, di warê derûnî de hîn bêtir bin tiştên giran hilgirtin. Lê dema hûn tiştên giran hilgirin, hûn hewl didin xwe îspat bikin. Bi demê re mirov texrîb dibe û ev jî dibe sedema dûrketinê. Di piyaseyê de hin kes hene dixwazin jin asîstaniya kamerayê bikin. Min ew nas kirin. Hindik mabû min dev jê berdena, lê belê gazî min kirin û min dest bi xebatê kir. Gotin, divê malzemeyên giran hêdî hêdî bên rakirin û ne hewce ye mirov xwe bi hin kesan bide îspatkirin. Wexta min asîstanî dikir, li setê hin kes wek zilam bim nêzî min dibûn. tu bikî nekî ev jî tesîrê li mirov dike. Lê divê mirov pes neke. Nêzî 2 sal in asîstaniya kamerayê dikimç Êdî hîn bûn. Êdî nabêjin 'Elîfa mêr'. Bi navê min gazî min dikin. Dibêjin, jin jî dikarin bikin." 
 
MA / Sadiye Eser