Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê kir

img

STENBOL - Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê bi pêşandana fîlmê Bîr dest pê kir. Fîlm çîroka 4 jê biçûk 7 welatiyên bi darê zorê di 1995'an de li Navçeya Kerboranê hatin windakirin vedibêje. Piştî pêşandana fîlm Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û got: "Di van rojan de yên welat birêve dibin dibêjin Kurdistan tune ye. Kurdistan ev e me di vî fîlm de dît." 

 
Bi pêşengiya Sînemaya Mezopotamyayê dê heta 10'ê Adarê Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê bê lidarxistin. Mihrîcanê li Salona Şanoya Kenter a li Harbiyeyê dest pê kir. Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, nivîskar Faîk Bulut, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û bi sedan hunerhez beşdarî vekirina mihrîcanê bûn. 
 
‘EM Ê LI DIJÎ ZÎHNIYETA YEKPERESTÎ LI BER XWE BIDIN' 
 
Axaftina vekirinê sînemager Îlhan Bakir kir û da zanîn ku ew di pêvajoyek zehmet de derbas dibin û got: "Pêkûtî li ser civakê tên kirin. Kenê li ser rûyê mirovan hatiye jê birin. Heke civakekê kenê xwe ji bîr kiribe êdî ew civak nikare bijî. Charlie Chaplin dibêje 'roja bê hîqehîq ew ne roj e.' Ji ber vê yekê hîqehîq û kenandin çalakiyek şoreşgerî ye. Li dijî zîhniyeta yekperestî berxwedanek dîrokî heye. Em berxwedana Leyla Guven û hemû kesên li ber xwe dide silav dikin. Em ê jî wek hunermendên kurd bi hunera xwe li dijî zîhniyeta yekperestî li ber xwe bidin." 
 
FÎLMA BÎR HAT PÊŞANDAN
 
Piştî axaftina Bakir, Koma MA Muzîkê derket ser dikê û stran gotin. Bi dû şahiya stranan re belgefîlma Bîr a ku Veysî Altay derhêneriya wê dike hat pêşandan. Belgefîlm behsa çîroka 4 jê biçûk 7 welatiyên li Navçeya Kerborana Mêrdînê hatin revandin û windakirin û xwegihandina hestiyên wan dike. 
 
'119 ROJE GREVA GIREVA BIRÇÎBÛNÊ NAYÊ DÎTIN' 
 
Ji malbatên bûn mijara fîlm li ser navê malbatan Husniye Baykara axivî û got: "Em wek malbatên kurd her tim di nava êşê de bûn. Em berxwedana Leyla Guven jî silav dikin. Medya tirk ji xwe çalakiyê nade. Lê Fox TV a ku îda dike dengê gel e ev çawa çê dibe ku 119 roj in çalakî didome lê nade nîşandan." 
 
‘ME KURDISTAN DI FÎLM DE DÎT' 
 
Di dawiyê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî axivî û got: "Yên ku îro welat birêve dibin, dibêjin Kurditan nîne. Yên Kurdistanê dixwazin bila biçin Bakurê Iraqê. Kurdistan ev e me di fîlm de dît. Kurdistan jî tam di nava me de ye û di dilê me de ye. Dixwazin qirkirina 1915'an li dijî muxalîfan pêk bînin. Windayên Kerboranê mînakek gelek girîng e. Kurdîstan bi gorên komî û hestiyên mirovan tê nasîn." 
 
33 FÎLM DÊ BÊN PÊŞANDAN 
 
Di festîvala heta 10'ê Adarê de dewam bike bi giştî dê 33 fîlm bên pêşandan.