Yek ji fîlmên dê li mîhrîcanê bê nîşandan: Rojek ji Rêzê

img

STENBOL – Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, îro dest pê dike. Yek ji fîlmên dê di mîhrîcanê de bê pêşandan û tê meraqkirin jî fîlmê "Rojek ji Rêzê" ye ku behsa jiyana rojane ya du jinên kurd ên li metrepolê dike. 

Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, îro dest pê dike. Wê mîhrîcan li Eywana Mezopotamya Sînema ya li Beyoglûyê bê lidarxistin û wê 33 fîlm û belgefîlm bên nîşandan. Her wiha wê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê jî, di 8'ê Adarê de tenê fîlmên derhênerên jin bên nîşandan. Yek ji van fîlmên ku tê meraqkirin jî fîlma "Rojek ji Rêzê" ya derhêner Nalîn Acar e. 
 
Derhêner Acar, anî ziman ku piştî tev li bernameya perwerdehiyê ya koma Mezopotamya Sînemayê bûye, fîlm kişandiye. Acar, bilêv kir ku pêşî senrayoya fîlm hatiye kişandin, lê belê ji bo di dema kişandina senaryoya derve de pirsgirêk dernekeve wan tirkiya wê jî amade kiriye. Acar, diyar kir ku wan serî li cihekî daye lê belê ji bo destûra cih bidin mecbûr mane hin derên senaryoyê biguherînin. 
 
‘PAŞKAMERAYÊ JÎ DIBÛ FÎLMEK BAŞ' 
 
Acar, anî ziman ku tevî evqas otosansurê jî, ji bo kişandina hin sahneyan destûr nehatiye dayîn û got: "Di navbera halê ewil ê senaryoyê û halê dawî de ferqek mezin heye. Tişta me xwest em vebêjin, me got lê astengî pir bûn. A rast paşkameraya fîlm jî dibû fîlmekî baş." 
 
Acar ji bo fîlma xwe got: "Di fîlm de, jiyana du jinên kurd ên li metrepolê tê vegotin. Ev her de jin ji ber fikrn xwe, kincên xwe tên terorîzekirin. Me xwest em di fîlm de, rojeke wan a ji rêzê bînin ziman ku çawa wekî 'objeyeke terorî' tên nîşandan. Wexta bê temaşekirin, wê gelek karakterên kurd xwe tê de bibînin. Wê bêjin 'belê me jî ew panro li xwe kir, li cem me jî bi vî çavî dinerîn.' Me xwest em vê nêzîkatiyê û vê ruhiyetê bidin der." 
 
‘WERIN MÎHRÎCANÊ' 
 
Acar, diyar kir ku wê fîlma wê roja 8'ê Adarê di mîhrîcanê de bê nîşandan û ev yek heyecana wê zêdetir dike. Acar ji bo mîhrîcanê bang li hemû jinan kir û got: "Ji ber em jin, em ê di 8'ê Adarê de li gel hev bin, kêfxweş im. Werin em bi hev re biçin mîhrîcanê." 
 
MA / Sadiye Eser