Mîhrîcana Fîlmmor dest pê dike: Armanc em xwe bigihînin hemû jinên tên tecrîdkirin

img

STENBOL – Mîhrîcana Fîlmên Jina ya Fîlmmor a 17'an, di 7'ê Adarê de li Stenbolê dest pê dike. Avakara Kooperatîfa Jinê ya Fîlmmor Melek Ozman got: "Em dixwazin bi mîhrîcanê xwe bigihînin hemû jinên jiyana wan tê tecrîdkirin." 

Mîhrîcana Fîlmên Jina ya Fîlmmor a Navnetewî ya 17'an, di 7'ê Adarê de li Stenbolê dest pê dike. Piştî Stenbolê, wê mîhrîcan di 9-10'ê Adarê de li Gîresûnê, di 6-7'ê Nîsanê de li Îzmîrê, di 13-14'ê Nîsanê de li Mêrsînê, di 20-21'ê Nîsanê de li Antalyayê, di 27-28'ê Nîsanê de li Edeneyê û di 4-5'ê Gulanê de li Amedê dewam bike. Dê di çarçoveya mîhrîcanê de bi gelek zimanan 74 fîlm bên nîşandan û her wiha wê atolye, panel, gotûbêj û forûm jî bên lidarxistin. Piştî mîhrîcanê dê hin xelat bên dayîn. 
 
Endamên Fîlmmorê Ulku Songul û Melek Ozman, behsa naveroka mîhrîcanê kirin. 
 
Songul, anî ziman ku wê mîhrîcan nêzî du mehan dewam bike û ji bo mîhrîcanê li Tirkiyeyê gelek kesan serî li wan daye. Songul, da zanîn ku wê ji bilî nîşandana fîlman panel, gotûbêj û çalakiyên cuda jî bên lidarxistin. Songul, anî ziman ku îsal ew ê tevî jinên senarîst tev bigerin û got: "Her wiha wê ji derveyî welat jî gelek mêvan bên. Wê di mîhrîcanê de bi navê 'Fîkîrden Perdeye' atolyeyek jî bê lidarxistin. Wê di atolyeyê de peydabûna fikra der barê çêkirina fîlman de bê nîqaşkirin. Ji xeynî vê, niha hilbijartinên herêmî hene û em biçin kîjan bajarî em ê tevî jinan forûmên hilbijartinê jî li dar bixin." 
 
Songul, da zanîn ku wê di mîhrîcana îsal de li dijî taciz û mobbîngên di sektora sînemayê de rû didin xelatên "Kameraya Mor, Jina Sînemager a Dibe Cihê Hêviyê" bidin. 
 
‘WEZARETA ÇANDÊ GOT MÎHRÎCANEKE NEMUNASÎB' 
 
Melek Ozman jî, anî ziman ku 17 sal in ew vî karî dikin û ew ji bo fîlmên jinan tev digerin. Ozman, bilêv kir ku li Tirkiyeyê hin mîhrîcan tên qedexekirin û Wezareta Çandê ji bo mîhrîcana wan jî gotiye 'mîhrîcaneke nemunasîb' û got: "Helbet, ji ber em ne jinên meqbûl in wisa dibêje. Loma 17 sal in ev mîhrîcan tenê ji bo me ne cihekî temaşekirina fîlma ye. Di heman demê de qada forûm, piştevanî û hêzdariyê ye. Loma pir biqîmet e." 
 
BANG LI JINAN KIR 
 
Ozman, destnîşan kir ku bi mîhrîcanê ew dixwazin xwe bigihînin hemû jinên jiyana wan tê tecrîdkirin û got: "Zilam fîlmên zilamn çêdikin, lê jin tenê fîlmên jinan çênakin. Der barê hemû qadên jiyanê de fîlman çêdikin." 
 
Ozman, da zanîn ku ji bo mîhrîcana îsal wan ji her deverê cîhanê fîlm berhev kirine û ji bo beşdarbûna mîhrîcanê bang li hemû jinan kir. 
 
MA / Necla Demir