Albuma 'Çira' ya Alî Sîzer derket

img

STENBOL – Albuma "Çira" ya hunermend Alî Sîzer ji Kom Muzîkê derket. Di "Çira"yê de 7 stran hene û Sîzer bi strana "Dîlber" bal dikişîne ser rewşa êzidiyên li Şengalê. 

Albuma "Çira" ya hunermend Alî Sîzer ji Kom Muzîkê derket. Di albumê de 7 stran hene û gotin û muzîka piraniya stranan ên Sîzer in. Sîzer, di albuma xwe ya nû de bi strana "Dîlber" bal dikişîne ser rewşa êzidiyên li Şengalê. Sîzer, di sala 1968'an de li gundê Yarmakaya yê Semsûrê hatiye dinê û bavê 4 zarokan e. Ev du sal in Sîzer li derveyî welat dijî. Sîzer, diyar dike ku ew ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar dibe û dibêje, muzîk felsefeyeke jiyanê ye. 
 
Albuma "Çira" xebata wî ya çaran û dibêje diviya ev proje du sal berê derketana. Sîzer dibêje: "Lê hûn dizanin, şert û mercên me pir nebaş in. Loma bi derengî ket. Ji ber hin kilam di wextê xwe da nayên ragihandin, li ber dikevim. Çimkî, divê mirov pêkanînên wê demê bi zimanekî muzîkiyî vebêje. Wexta min gotinên kilaman nivîsandin, di weziyeteke cuda de bûm." Sîzer, diyar dike ku ger kêfxweşî, êş, azadî û piştevanî neyê parvekirin huner nîvco dimîne û divê mirov bi her awayî bi hunerê bijî. 
 
DÎLBER Û ZILMA BI HEZARAN SALAN 
 
Sîzer, ji bo strana xwe ya bi navê "Dîlber" dibêje wî xwestiye bi vê stranê bal bikişîne ser êş û azarên êzdiyên li Şengalê. Sîzer dibêje: "Dîlber, di sedala 21'ê de aşkerekirina zilm û zordariya bi hezaran sal e ye. Wexta em ji Kerbelayê lê binerin, em dibînin ku îktîdara îslamî ya emevî hezar û 500 sal e li ser kar e. Bi wê zilmê hat ser kar û niha hîn jî zilmê dike û vê çanda xwe ya qikririn û kuştinê li Rojhilata Navîn di ser Tirkiyeyê re didin der. A rast wexta min nivîsand, min xwest bêjim ji Kerbelayê be rbi Şengalê ve. Jin li deveyên tazî hatin siwarkirin, hatin gerandin û li bazaran hatin firotin. Wê çaxê jî û niha jî canên me yên li dijî vê zilmê li ber xwe dan hebûn. Helal be ji wan re ku li ber zilmê serî netewandin. Îjar divê em jî hêla hunerî ya vê berxwedanê biparêzin." 
 
MA / Sadiye Eser