Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelatên Oscarê yên 91'emîn li xwediyên wan hatin belavkirin. Xelata fîlmê herî baş dan Yeşîl Rehber (Rêbera Kesk). Roma jî Xelata Derhêneriya Herî Baş jî di nav sê Oscar bi dest xist. 
 
Xelatên Oscarê yên 91'emîn li xwediyên wan hatin belavkirin. Di merasîma xelatên Oscarê de Xelata Fîlmê Herî Baş dan Green Book (Yeşîl Rehber-Rêbera Kesk). Di nava fîlmên favorî de jî Xelata Derhêneriya Herî Baş dan fîlmê Roma. Li bendê bû Roma xelata Oscarê bistîne. Fîlmê Roma bi sê xelat wergirtinê şevê veqetiya. 
 
Di merasîmê de lîstîkvana herî baş a jin Olîvîa Colman a di fîlma "The Favourite (Qesra Delal)" de bi performansa herî baş hat bijartin. Xelata lîstikvanên herî baş a mêr jî dan Bohemian Rhapsody û Rami Malek. 
 
Navê fîlm û kesên xelat wergirtine wiha ne:
 
Fîlma herî baş: Green Book
 
Di zimanê biyanî de fîlma herî baş: Roma
 
Derhêneriya herî baş: Alfonso Cuaron (Roma)
 
Lîstîkvana jin a herî baş: Olivia Colman
 
Lîstîkvanê mêr ê herî baş: Rami Malek
 
Jîna lîstîkvana herî baş a alîkar: Regina King
 
Mêrê lîstikvanê herî baş ê alîkar: Mahershala Alî
 
Senaryoya resen a herî baş: Green Book
 
Senaryoya lihevanînê ya herî baş: BlacKkkKlansman
 
Strana resen a herî baş: Shallow
 
Hûnandina herî baş: Bohemian Rhapsody
 
Anîmasyona kin a herî baş: Bao
 
Efekta dîtbarî ya herî baş: First Man
 
Muzîka resen a herî baş: Black Panther
 
Belgefîlma metraj dirêj a herî baş: Free Solo, Jimmy Chin, Elizabeth Chai Vasarhelyi
 
Belgefîlma kin a herî baş: Period. End of Sentence
 
Sînematografiya herî baş: Roma
 
Sêwira kostuma herî baş: Black Panther (Ruth E. Carter)
 
Hûnandina deng: “Bohemian Rhapsody,” John Warhurst
 
Belgefîlma metraj dirêj a herî baş: Spider Man: Into the Spider- Verse