Bi ‘Xaçerêk’ derket ser dikê û bi ‘Xaçerêk’ bi dawî kir

img

AMED – Hunermend Mem Ararat li Amedê konserek bêhempa li dar xist bi strana “Xaçerêk” silav şand ji Botan û Nisêbînê re û strana “Kulîlk" jî diyarî Leyla Guven kir.

 Hunermend stran û awaz xweş Mem Ararat li Mordem Hunerê ya li Amedê konserek bêhempa ku bi sedan welatî beşdar bûn li dar xist. Atmosforek germ ku li salonê serdest bû Mem Ararat derket ser dikê û bi strana “Xaçerêk” ku di demên dawî de li ser medya civakî û YouTube’yê rekora temaşekirinê şikand dest bi konserê kir. Bi strana “Xaçerêk” ku li ser Botan û Nisêbînê hatiye nivîsandin silavê xwe ji wan herêman re şand.
 
Ararat axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku ew gelek kêfxweş e ku ji bo çanda kurd xizmetek wisa dike û eleqeya muzîkhezên kurdî jî wan gelek kêfxweş dike û ev yek hin bêtir moralê dide wî ku stran û awazan biafirîne. Ararat di navbera stranan de ji hin çîrok ango metelokan mînak da û xwest ku her kes xwedî li çand û zimanê xwe derkeve.
 
Bi sedan welatî kêliyek jî ji coşa xwe neketin û Ararat ew li ber tembûra xwe kêfxweş kir.  Ararat strana “Kulîlk” diyarî Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ku di roja 109’emîn de didome kir. Ararat stranên ji hev xweştir got û li salona ku cih nema û welatiyan li ser piya li konserê temaşe dikir nakaratên stranan lê dubare kirin.
 
Ararat di dawiya konserê de strana “Xaçerek” dubare got û şevê bi strana “Ez nekinim” bi dawî kir.