Meha pîroz a elewiyan: Xizir

img

DERSIM – Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Nesîmî Aday, diyar kir ku di elewîtiyê de meha Xizirê meheke pîroz e û got: "Di vê mehê de tiştên xirab nayên kirin, xeberdanên nexweş nayên kirin. Kesên nelihev, li ser sifreya Xizir li hev tên." 

Di elewîtiyê de, meha Xizirê meheke pîroz e. Ev meh di dawiya meha Çileyê de dest pê dike, heta orta Sibatê didome. Xizir, tê wateya ku bi hewariya kesên di tengiyê de ne diçe. Di vê mehê de, piştî rojiyeke 3 rojan loqme tên belavkirin. Xwarina Qaûtê tê xwarin û cema Xizir tê kirin. Endamê Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Nesîmî Aday, destnîşan kir ku meha Xizirê ji bo wan meheke pîroz e.
 
‘XIZIR PÎROZ E'
 
Aday ji bo Xizir got: "Xizir, rîspî ye û nûr ji ser çavê wî dibare. Hin kes jî wî wekî pêxember dihesibînin. Her çend Xizirê Kal be jî, tim bi hawariya kesên di tengahiyê de ne diçe. Heta navê wî neyê bilêvkirin ne roj hiltê ne jî roj diçe ava. Wexta elewî karekî dikin pêşî dibêjin 'Ya Xizir'. Pêşî destûr û qawetê jê digirin û paşê dest bi karê xwe dikin. Çimkî, Xizir yar û dost e. Hespekî wî yê boz heye ku wek wî ab-i heyat vexwariye. Ev bawerî li Îran, Azerbaycan, Iraq, Sûriye, Lubnan û Cezayîrê jî heye. Heta niha bi navê wî gelek dever û cihwar hene. Tê gotin, şîreta sebr û ilmê li Pêxember Mûsa kiriye." 
 
‘XWEZA DIBE SIJDE' 
 
Aday, destnîşan kir ku navê Xizir wekî Ilyas jî tê bilêvkirin û got: "Li gorî vê baweriyê, tê gotin Xizir bi hawariya kesên li rû erdê diçe; Ilyas jî bi haweriya kesên li nêv behrê de diçe. Elewiyên li Anatolyayê, bi taybetî jî ên li herêma Behra Spî dibêjin; Xidir-Ilyas, Xidirellez. Ev pîrozkirin jî leqayî cejna biharê tê. Tê bawerkirin ku di şeva 5-6'ê Gulanê de birayên hev Xidir û Ilyas li ser şaxê gulekê tên cem hevdu û wê şevê hemû xweza ji bo hev dibe sijde." 
 
RÎTUELÊN MEHA XIZIRÊ 
 
Aday, diyar kir ku heta ew destûrê ji Xizir nestînin dest bi karekî nakin. Aday, bilêv kir ku çanda Xizirê li gelek welatn heye, lê belê rîtuelên wê cuda ne û got: "Du rojiyên mezin ên elewiyan hene. Yek jê meha Maremê ye yanî rojiya 12 îmaman. A din jî rojiya Xizir e. Rojiya Xizir, bi piranî di navbera 13-15'ê Sibatê de tê girtin. Piştî rojî diqede cem têkirin. Navê vê cemê, Cema Xizir e. Lê li Dersimê ev roj diguherin. Li gor eşîretan, bi salnameyek gerok rîtuel tên kirin. Yanî dema wê dirêj dibe. Lê rojên wê naguherin. Roja sêşem, çarşem û pêncşemê rojî tê girtin. Sedemeke taybet a roja sêşemê heye. Divê rojî roja pêncşemê biqede. Çimkî roja pêncşemê ji bo elewiyan rojeke pîroz e. Êvarên pêncşemê ji xeynî van rojên taybet jî tên pîrozkirin. Mesel, her pêncşemê êvarî li ber çirayê mirov tên şiyarkirin." 
 
XWARINA XIZIR: QAÛT Û LOQME 
 
Aday, destnîşan kir ku piştî rojiya Xizir, xwarina Qaûtê tê dayîn û got: "Ev xwarina pîroz bi danê hêrandî û qelandî tê çêkirin. Bi rûnê nivîşk tê çêkirin. D vê mehê de ên xeydan tên û li ser sifreyê li hev tên. Mirov niyaz dikin, dua dikin û sohbetê dikin. Ji bo Xizir, qurban tê şerjêkirin. Her wiha loqme jî tên çêkirin. Nanê loqme bi şev tê pêşan û veşartin. Li gorî baweriyê; ger wê şevê Xizir bê û dest bi de wî nanî, bereket dikeve wê malê." 
 
Aday, destnîşan kir ku di vê mehê de xeberdanên nexweş nayên kirin û got: "Ên ji hev xeyand, li ser sifreya Xizir li hev tên. Xizir biçe kîjan malê, bereket, kêfxweşî û aramî dikeve wê malê." Aday, destnîşan kir ku bi hêviya ev meh li hemû cîhanê bibe munasebeta aştî û aramiyê." 
 
MA / Semra Turan