Pirtûka ‘Qîza Bavê Xwe” ya çîrokan derket

img

AMED – Pirtûka 7’emîn a nivîskar Bahoz Baran ku ji 14 çîrokan pêk tê, “Qîza Bavê Xwe” ji Weşanên Wardozê derket.  

Weşanên Wardozê pirtûkek din jî ya çîrokan çap kir. Pirtûka çîrokên modern a bi navê “Qîza Bavê Xwe” ya nivîskar-zimanzan Bahoz Baran ji Weşanên Wardozê derket. Ev demek dirêj bû Baran li ser pirtûka xwe ya 7’emîn dixebitî. Pirtûk ji 14 heb çîrokan pêk tê.
 
Navên çîrokên di pirtûkê de wiha ne: “Gelo Mela Çima Mir?, Hezar Carî Hela, Kenê Bêtore, Mela Şekir, Xaltiya Eyşo, Nîvco, Xezeb, Carna Mirov Doza Tiştên Nebaş Jî Dike! Dolmîşa Xalê Miheme, Baş e Ku Dêya Min Neçûye Mektebê, Şahevîn, Mektûba Gorbaçovî, Qîza Bavê Xwe û Xîreta Gundiyan.” 
 
BAHOZ BARAN KÎ YE?
 
Bahoz Baran di sala 1982’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiyê xelas kir. Li Zanîgeha Artukluyê di beşa kurdî de lîsansa bilind xelas kir. 
 
Pirtûkên Baran ên beriya niha hatine çapkirin wiha ne: “Rêzimana Kurmancî (rêziman-2008), A baş (çîrok-2008), Rêzimana Kurmancî (rêziman-2012 çapa ewil), Derb (çîrok-2014), Ferhenga Bişaftinê (Raman-2017), Motik (meselok-2017), Rêzimana Kurmancî (rêziman-2018 çapa duyemîn).”