LaWje piştî Mêrdîn û Amedê, li Êlihê konser li dar xist

img
ÊLIH – Koma LaWje piştî konsertên li Mêrdîn û Amedê li Êlihê jî konser li dar xist û welatiyan li ber stranên herêma Colemêrgê kêfxweş kir. 
 
Koma muzîkê ya LaWje piştî konsertên li Mêrdîn û Amedê li Êlihê jî konser li dar xist. Endamên komê bi cilên gelerî yên herêma Colemêrgê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê derketin pêşberî muzîkhezan û kilam û stran gotin. Komê bi kilam û stranan şevek xweş kir para Êlihiyan. Welatiyan eleqeyek baş nîşanî konserê da. LaWje bi newayên ji hev xweştir dengê stranan li salonê belav kir û şevê şên kir. 
 
Solîstê komê Alî Tekbaş da zanîn ku herî dawî ew di 2015’an de li Êlihê konsertek li dar xistine û got: “Dema em wê demê hatin, Sînemeya Yilmaz Guney hebû û em li wir derketibûn ser dike. Mixabîn îro Sînemaya Yilmaz Guney nîne. Ji wê rojê heta îro welêt serûbin bû.” 
 
Tekbaş destnîşan kir ku wan li gorî derfetên xwe stran û kilamên kurdî berhevkarî û aranje kirin e û got: “Vê armanca me didome. Divê her hunermend stranên li herêma xwe berhev bike û nehêle ku winda bibe. Da ku nifşên pêş me jî dizanibin reng û rûyê wê huner û stranê çi be. Tiştek gelek girîng e. Em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.”