Sansûrkirina sînemayê kirin qanûn

img

ENQERE – Ji aliyê hikumetê ve “Qanûna Têkildarî Çêkirina Guhertina Destekkirin, Beşkirin û Nirxandina Fîlmên Sînemayê” ji Meclîsê derbas bû û kirin qanûn. Li gorî sererastkirina nû komîsyona dê ji 8 kesan pêk were û beriya fîlmên sînemayê bên pêşandan dê bên nirxandin û dabeşkirin. 

Di qada sînemayê de qanûnek nû derket. Her çiqas hikumetê xwest bi vê qanûna sînemayê hin tiştan rast bike jî lê bi qanûna amadekir de pêkanînên sansûrkirina sînemayê bi xwe re anî. Hikumetê “Qanûna Têkildarî Çêkirina Guhertina Destekkirin, Beşkirin û Nirxandina Fîlmên Sînemayê” di Lîjneya Giştî ya Meclîsê de qebûl kir û wek qanûn xist meriyetê. 
 
Ji bo fîlmên dîzî û fîlmên biyanî bên nirxandin dê Komîsyona Destekkirina Fîlmên Dîzî û Biyanî bê ava kirin. Komîsyona ji 8 kesan dê pêk were. Wê komîsyon di her warî de fîlman bişopîne û binirxîne. 
 
Fîlmên neyên beşkirin dê bi etîketa 18+ bên weşandin. Her wiha dema reklama dê bê sînordarkirin û 15 deqîqe navbera temaşekirina fîlmê bê diyarkirin. Bilêtê fîlm û hilberînek din di heman kêliyê de neyê kirin. Dê li cihê bilêtan garis û hilberînek din neyê firotin. Fîlmên riayetê vê qanûnê nekin dê 20 hezar lîre cezayê pereyê îdarî bê birîn.