MED-DER'ê li Amedê sersal pîroz kir

img
AMED – Li Amedê MED-DER’ê û Mala Hunerê ya Laleşê şahiya sersalê li dar xistin û belgeyên kursa zimanê kurmancî dan xwendekaran
 
Komeleya Lêkolînê Ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Mala Hunerê ya Laleşê bi hev re şahiya sersalê ku sersala kurdan tê nasîn pîroz kirin. Şahî li avahiya Mala Hunerê ya Laleşê ya li navçeya Sûrê pêk hat. Gelek şagirt û welatî beşdarî şahiyê bûn. 
 
Şahiyê bi gerandina koma govendê dest pê kir. Di şahiyê de bi beşdarbûna nivîskar Omer Fîdan û nivîskar Nesrîn Şanli panela li ser zimanê kurdî bi mijarên “Wêje û Jin” û “Pratîzekirina ziman a di nava gel û saziyan de” hat lidarxistin. Her wiha MED-DER’ê belgeyên qursa zimanê kurmancî yên ji asta destpêkê heta asta mamostetiyê da xwendekarên xwe. 
 
Lîstika “Qirix” a Şanoya Bajêr a Amedê hat pêşandan. Bername li ber şahiya kilam û stranên dengbêjan, Koroya Muzîkê ya Laleşê û hunermend Helîmê Omerî bi dawî bû.