Ji Mem Ararat klîbên nû: Giresîra, Evîn û Xaçerêk

img

AMED -  Hunermend Mem Ararat bi serê salê re li ser kanala xwe ya YouTube klîbên stranên çêkiriye ji hefteyê carek parve dike. Ararat heta niha klîbên stranên “Giresîra”, “Evîn” û “Xaçerêk” parve kiriye. Ev stran di bin navê albûma “Niştîman” de hatine berhevkirin. 

Hunermend Mem Ararat ku bi dengê xwe yê zîz û xweş tê nasîn li ser kanala xwe ya YouTube ye klîban parve dike û hefteyê carek bi klîbên cuda li pêşberî temaşevan û guhdaran e. Ararat û ekîba xwe ev demeke li ser van klîban dixebitin û xebat didome. Yekemîn klîba ewil a strana “Giresîra” di 30’ê Kanûna 2018’an de parve kir û xebatên xwe yên hunerî ya sala 2018’an bi vê klîbê temam kir. Hefteyê carekê her roja yekşemê dê yeko yeko bên parvekirin. Ev stran hemû di bi navê albûma “Niştîman” hatine komkirin. Dê stranên vê albûma “Niştîman” wek rêze klîb bên weşandin. 
 
Ararat piştî klîba “Giresîra” klîbên stranên “Evîn” û “Xaçerêk” li ser kanala xwe ya YouTube parve kir. Strana “Giresîra” gotin û muzîka wê gelerî ye û stranek herêma Êlihê ya herêma Xerzanê ye. Gotin û muzîka stranên “Evîn” û “Xaçerêk” aîdî Ararat in. 
 
'KLÎBÊN NIŞTÎMAN'

Mem Ararat der barê vê xebata xwe de agahî dan û wiha got: “Eger astengiyek dernekeve hefteyê carekê roja yekşem ê yeko yeko ew ê were parvekirin. Navê albûma me ‘Niştîman’ e. Di albumê de gelek stran hene. Hejmara stranên albûmê dibe ku bê guhertin jî. Ji çar hêlê welat û bi çar zarava ew ê stranên gelerî hebin." 

Ararat ji bo strana “Evîn” got wî stranê di sala 2013’an de nivîsand, lê îro bû qismet em bi temaşevan û guhdaran re parve bikin û ev stran parçeyekî albuma bi navê "Niştiman” e. 
 
‘PIŞTÎ ZIVISTANÊN ME BIHARÊN ME JÎ HENE’ 
 
Ararat ji bo strana “Xaçerêk” jî da zanîn ku wî vê stranê di şevek sar ya sibata 2017’an de nivîsandiye û wiha got: “Dema fikra tomarkirina albuma Niştiman derket holê min xwest bibe perçeyekî vê albumê. Dostên delal, dema mirov li pişt xwe dinêre dibe ku rabirdû bi qasî şevek zivistanê jî dirêj xuya neke, lê belê şevek zivistanê jî dibe ku bi qasî emrekî dirêj xuya bike. Hin stran hene kurtejiyaneke bi serê xwe ne. Daxwaza me ew e ku piştî zivistanên me biharên me jî hebin.”
 
Gotinên klîba “Xaçerêk” herî dawî parve kir wiha ne: 
 
XAÇERÊK
 
"Evîn xaçerêkek teng e li Botan
Keziyeke, difire li vî wara
Dile min bû kevokeke li Gabarê
Xwezî zimanê rê heba û bigota
Kî û kê pişta xwe sipartin van zinara
Ev evin ewê min jî bibe goristanê
 
Konê penaberiyê li pişta min û te heval
Ew şopa li ser berfê ya karxezaleke lal
Dikale li pêy dayikê,dayik li kolanê bê can 
Dayik êdî çiya ye, çiyayê bi dar.   
 
Ew rêça dirêj dibe li Nisêbînê
Tasak ava sipî vexwar bi dil û can
Xwedê zane ev ewr ewê bi ser me de bigirî
Xwezî basikê min heba û biçûma
Min destê xwe dirêj kira heta tavê
Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê.” 
 
Klîbên Ararat li ser van lînkan dikarin bên temaşekirin: 
 
https://www.youtube.com/  Mem ARARAT - Girê Sîra
 
https://www.youtube.com/  Mem ARARAT -Xaçirêk
 
https://www.youtube.com/  Mem ARARAT - Evîn
 
MA / Bîlal Guldem