MED-DER û Laleş sersalê pîroz dikin

img
AMED - Mala Hunerê ya Laleşê û MED-DER dê sibê li Amedê bi bernameyeke xurt sersalê pîroz bikin. MED-DER dê di bernameyê de belgeyên kursên şagirtan ên dawiya salê bidin wan.
 
Li tevahiya cîhanê serê salê di şeva 31’ê kanûnê de tê pîrozkirin. Lê li gorî çand û kevnişopiya gelên Mezopotamya û kurdan sersal di şeva 13'ê Çile de tê pîrozkirin. Kurd bi şahî û çalakiyên rengîn sersala xwe pîroz dikin. Li Amedê jî Mala Hunerê ya Laleşê û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), dê sibê bi bernameyeke rengîn sersalê pîroz bikin. Nûnerên saziyan agahî dan Rojnameya e-rojname. Li gorî nûçeya e-rojname, dê bernama li Mala Hunerê ya Laleşê ji 13.00’ê nîvro dest pê bike û heta saetên berê êvarê bi bernameyên cuda yên rengîn bidome. Di bernameyê de, dê destpêkê axaftin bên kirin û piştî axaftinan jî komeke govendê derkeve ser dikê û govend bigerîne. Piştî koma govendê dê ji aliyê MED-DER’ê bi beşdarbûna nivîskar Omer Fîdan û nivîskar Nesrîn Şanli ve li ser pratîzekirina ziman a di nav sazî û gel de panalek bê lidarxistin. MED-DER di şahiyê de dê belgeyên kursan ên dawiya serdemê jî bide şagirtên xwe. Piştî bernameya MED-DER’ê, dê Şanoya Bajêr a Amedê jî lîstika Qirix bide pêşandan. Piştî lîstika Qirixê jî dê 3 dengbêj kilamên dengbêjiyê bêjin û piştî dengbêjan jî hunermend Neşet Guçmen dê bi Udê stranên xwe pêşkeş bike. Di dawiya bernameyê de jî hunermend Helîm Omerî wê derkeve ser dikê û bistrê.