Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket

img
AMED – Kovara Dilopê bi hejmara xwe ya 6’emîn a dosyeya rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî derket û gihîşt ber destê xwîneran. 
 
Hêjmara 6'emîn a Kovara çand, huner û polîtîka Dilop a ji du mehan carek tê weşandin derket. Kovara Dilopê bi dîrûşmeya “Bi evîna rastiyê, bo sala nû…” di vê hejmara Çile û Sibatê de cih daye hevpeyvîna bi rewşenbîrê Kurd Tarik Ziya Ekîncî re û ev hevpeyvîn wek dosyeya vê hejmarê ye. Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin li ser jiyan, xebat û rewşa dawî ya pêvajoya siyasî bi Ekîncî re hevpeyvîn kiriye. Dîlopê di vê hejmara xwe de bi nivîskar-akademîsyenê Kurd Selîm Temo re jî li ser pirtûka wî ya “Kurdên Xoresanê” hevpeyvîn kiriye.
 
'DAYIKA MUZÎKA KURDÎ: ELMAS EL KURDÎ'
 
Ji nivîsên kurdî Zeyneb Yaş bi sernavê "Dayika Muzîka Kurdî: Elmas El Kurdî" gotara xwe pêşkêş kiriye. Elmas El Kurdî ku li Bexdayê karê muzîka kurdî kiriye deriyên xwe ji bo gelek hunermendên kurd yên wê demê vekiriye. Yaş bi vê nivîsê ew carek din bibîr aniye û derxistiye pêşberî muzîkhezar.
 
Berpirsê kovarê Reşo Ronahî nivîsek balkêş a bi sernavê "Termolojiya Bebikan" nivîsandiye. Di vê nivîsê de Ronahî dengên ku zarok derdixin, peyvên bilêv dikin, girtiye dest û wateya wan daye, bi vê yekê gihîştiye termolojiya zarokan. Çîdem Baran jî bi navê "Li ser şevê, heyvê û lêgerînê" li ser tabloyên nû yên wênesaz Fewzî Bîlge nivîsek nivîsandiye. Dûrzan Cîrano ku di her hejmarê de beşa “Teyr û tûr” vala nahêle, di vê hejmarê de jî “Teyrê Tawis” daye nasandin.