Stand-upa "Qirdik" li Stenbolê ye

img
STENBOL - Mehmet Erbey bi stand-upa xwe ya "Qirdik wê li Stenbolê temaşekerên xwe bi Kurdî bikenîne. Çalakiya ku ji alî Chalak Eventsê tê çêkirin, wê du rojan li ŞA Performansê pêk were.
 
Platforma Chalak Eventsê ku li Stenbolê ji aliyê xwendekarên Kurd ve hat avakirin, par çalakiyên cûrbicûr ên kulturî çêkiribûn. Bi sala nû Chalak Eventsê vê carê bi çalakiya xwe wê beşdaran bikenîne.
Mehmet Erbey wê bi stand-upa xwe ya "Qirdik"ê 8 û 9 ê vê mehê ango roja sêşem û çarşemê li ŞA Performansê ya li Taksîma Stenbolê derkeve pêşberî temaşevanan. Erbey di stand-upa xwe ya "Qirdik" de bala dikişîne ser zext û fîşarên li ser zimanê Kurdî û qala pirsgirêkên rojane dike.