Bi berhemên xwe bal kişand ser 300 jinên hatin kuştin

img
STENBOL – Hunermend Aslı Aydemîr pêşengeha “Social Media Effect” ku balê dikişîne ser kuştina jinan vekir. Aydemîr, anî ziman ku wê bi vê hunera xwe û berheman xwest balê bikişîne ser kuştina 300 jinan û wiha got: "Di salên dawî de mijara ku ez herî zêde jê bêzar dibim min girt dest." 
 
Hunermend Asli Aydemir bi armanca balê bikişîne ser tundî û cînayetên jinan pêşengeha “Social Media Effect” vekir. Aydemîr, pêşengeh li Concept Gallery a Navçeya Beyoglu ya Stenbolê vekir.  Aydemir, di 6'ê Kanûnê de pêşengeh vekir û armanc dike ku kuştin û tundila li dijî jinê neyê ji bîr kirin. Aydemîr di vê pêşengeha duyemîn a “Social Media Effect” de amûrê porselen, epoksî, çapa linol û amûrên amade bikar aniye. Di pêşengehê de berhemên “Prensesa Pembû / Pamuk prenses”, “Pêşandana tostê Dantellî / Dantelli tost sunumu”, “Barbîyenên Koleksiyon / Koleksiyon barbiler”, “Rojnameya Havadîs / Havadis gazetesi”, “Barbiyê du rû / İki yüzlü barbi” û “Pirtûka pîroz a nehatiye nivîsandin / Yazılmamış kutsal kitap” hatin pêşandan. Aydemîr bi vê pêşengehê xwest di 11 mehên 2018'an de balê bikişîne ser 300 jinên hatin kuştin. Pêşengeh dê heta 6'ê Kanûnê vekirî bimîne. 
 
Hunermend Asli Aydemîr, der barê xebatê û pêşengehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Aydemîr, anî ziman ku ji bo bîranîna 300 jin wê 300 berhemên ji porselen çêkiriye û wiha got: "Heta meha mijdarê 300 jin hatin kuştin. Ev Enstalasyona ku cînayeta jinên ji çileya 2018'an heta niha pêk hatiye digirim dest. Her yek cuda cuda min çêkir. Ev pêşengeh ji bo bîranîna 300 jinên hatin kuştin e. Mixabin ev yek bi yek zêde dibe. 
 
Aydemîr, destnîşan kir ku sedema amûra Porselen bikar anîye hem zexm û bi hêz e, hem jî ew qas nazîk û tê şikandin e. Tu car ji nasnameya xwe tawîz nade. Di têkoşina jinan de jî heman tişt heye. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ev malzemeyek baş e. Ez medîtasyonê dikim. Tiştê ku ez dibînim û bandorê li ser min çê dike dikim huner. Di demên dawî de mijarê herî zêde jê bêzar dibim min kir huner. Min di nava pêşengehê de Rojnameya Havadîs (Havadis gazetesi) amade kir. Min cînayetê ji 2010'an heta  2018 di vir de bi cih kir. Di wê pêvajoyê de hêjmar gelek zêde bûye. Serdestiya mêrê serdest pir aşkere xwe nîşan dide. Min cih da nûçeyên rûpela 3'emîn. Di cînayetên jinan de ger tu ne kesek navdar be, tenê di rûpela sêyemîn de nûçe dê weşandin. Lê me hemû di rûpela yekemîn de bi cih kirin. Ji sala 2010'an heta niha me 8 rojname amade kir. Dîsa enstalasyona ku ji 300 perçeyên porselen pêk tê heye. 
 
Min di beşa "Koleksiyon Barbiler" de cih da kuştina 3 jinên ku çîroka wan balkêş e. Dîsa min cih da çapên Lînol ên balê dikişîne ser cînayetên jinan. Min ev Lînol ji bo Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin. amade kir. Aydemîr, herî dawî bal kişand ser navê “Social Media Effect” û wiha got: "Ev şekl û memaya cînayetên ku di medya de tê dîtin e. Min xwest bi vî navî balê bikişînim ku medya çawa cih dide. 
 
MA / Necla Demir