NÇM'ê sala xwe ya 27'emîn pîroz kir

img
STENBOL - Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM),  27'emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyek girseyî piroz kir. 
 
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM),  27'emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiya ku bi tevlêbûna sedan kes tev lê bûn, li Navenda Pêşandanê ya Bostanci piroz kir. Nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî, rewşenbir, hunermend û gelek kesên din jî di navde bi sedan kes tev li şahiya pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de ewil koma govendê ya NÇM'ê derket ser dikê. Piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan. 
 
Di pirozbahiyê de piştî axaftinan sînevîzyona ku jiyana temenê 27 salan a NÇM'ê tîne ziman hat pêşandan. Pişte Koma Dansê derket ser dikê û rastî eleqeyek mezin hat. Şahî bi stranên hunermendên NÇM'ê bi dawî bû.