Mem Ararat û Kerem Sevînç konser li dar xistin

img
AMED – Hunermendên Kurd Mem Ararat û Kerem Sevînç li Amedê konser li dar xistin. Mem Ararat di konsere de banga xwedî derketina ziman kir. 
 
Mordem Huner a beriya bi demekê li Amedê bi boneya xebatên çand û hunerî hat vekirin, konserek bêhempa ya hunermend Mem Ararat û Kerîm Sevînç li dar xist. Gelek hezkiriyên muzîka kurdî beşdarî konsertê bûn. Balkêş bû ku bêtir jin beşdarî konserê bûn.
 
Di destpêka konserê de yek ji xebatkarê Mordem Hunerê Kenan Demîr axivî û behsa mebesta konserê kir û got ew xebatên çand û hunera kurdî birêve dibin. Demîr ji bo xwedî derketina çand û hunera kurdî xwest hemû kes xwedî li zimanê dayika xwe derkeve û ew ê di siberojê de hin xebatên berfirehtir ên çand û hunerî li dar bixin.
 
'EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'
 
Konserê bi stranên zîz yên Mem Ararat dest pê kir. Ararat bal kişand ser pêvajoya kurd têde derbas dibin û xwest li gel ewqas pêvajoya dijwar jî gelê kurd xwedî li zimanê dayika xwe derkeve. Ararat da zanîn ku ew ê bi xwedî derketina zimanê xwe çand û hunera xwe jî azad bikin.
 
Ararat stranên ji hev xweştir strandin û muzîkhezan li ber dengê tembûra xwe xemgîn û kêfxweş kir.
 
Pişt re jî hunermende Kerem Sevînç ê bi zaravayê zazakî ku distrê jî derket ser dikê stranên zazakî got. Olana dengê stran û awazên zazakî li salonê deng veda.
 
Piştî strandina Kerem Sevînç konser bi dawî bû.