Li TUYAP’ê pirtûka kişanak rastî eleqeyeke zêde hat

img
STENBOL – Pirtûka “Rengê Mor ê Siyaseta Kurd” Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyyûm tayînî şûna wê hat kirin, di roja îmzeyê de rastî eleqeyek zêde hat.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya ku îsal cara 37’an bi mijara “Jiyanê bi wêjeyê bihûnin” li Navenda Kongre û Fûarê ya TUYAP’ê tê lidarxistin, sibê bi dawî dibe. Fûara ku rastî eleqeyeke zêde tê ji bo têketinê pirtûkhez li hev dû hez rêz dibin. Li fûarê çalakiyên rengîn hatin lidarxistin. 
 
Her wiha ji bo Pirtûka “Rengê Mor ê Siyaseta Kurd” Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyyûm tayînî şûna wê hat kirin, bi beşdarbûna Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan  bernameya îmzekirinê hat organîzekirin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, nivîskar Ayşegul Devecîoglu, hunermend Îlkay Akkaya û zimanzan Necmiye Alpay jî wek îmzekar beşdarî bernameyê bûn.  Hemû beşdarên ku pirtûka Kişanak îmze kirin, di dawiya bernameyê de bi hev re wêneyeke bîranînê kişandin.