Mîhrîcana Şanoyê ya Mêrsînê dest pê dike

img

MÊRSÎN – Di Mîhrîcana Şanoyê ya Mêrsînê ya Navnetewî de wê îsal gelek lîstik bên pêşandan û atolye bên vekirin. Seroka Komeleya Şanoyê ya Mêrsînê (METÎD) Derya Gunerî, anî ziman ku pir piştevaniya wan nayê kirin. 

Wê Komeleya Şanoyê ya Mêrsînê (METÎD) îsal Mîhrîcaba Şanoyê ya Mêrsînê ya Navnetewî ya 4'an li dar bixe. Wê mîhrîcan di navbera 17-21'ê Mijdarê de li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Şaredariya Yenîşehîr û Eywana Marbirînê ua Şaredariya Yenîşehîrê bê li darxistin. Seroka METÎD'ê Derya Gunerî anî ziman ku wê mîhrîcan bi lîstika "Bîr Garîp Orhan Velî" ku behsa jiyan helbestvan Orhan Velî dike dest pê bike. Gunerî, anî ziman ku wê ji bilî vê lîstika "Ît Ego ve Super Kahraman", "Unutulan" û "Bîr Meşrûtiyet Facîasi île Yahût Gunduzlerîmîz" bên pêşandan û li gel vê hunermendê stand up Dogû Can jî derkeve ser dikê. 
 
WÊ ATOLYE JÎ BÊN VEKIRIN 
 
Ji bilî lîstikan dê "Atolyeya Jeux Dramatiques", "Atolyeya Lîstikvaniya di Şanoya Hevdem de" û "Atolyeya Tevger û Lîstikê" jî bên vekirin. 
 
Gunerî bang li hemû ciwanên bi şanoyê re eleqedar dibin kir û got: "Wê îsal gelek çalakiyên me hebin. Jixwe armanca me ya herî mezin jî ew e, rê li ber hevalên me yên ciwan bê vekirin. Di vê çarçoveyê de wê cara ewil ji aliyê Bahar Guney ve 'Atolyeya Jeux Dramatiques' bê ekirin. Wê di vê atolyeyê de der barê dramayê de gelek xebat bên kirin." 
 
‘TEVÎ ZAROKÊN XWE WERIN MÎHRÎCANÊ' 
 
Guner, anî ziman ku di çalakiyên wisa de ew li zarokan jî difikirin, çimkî temaşevanên baş ên şanoyê ji zarokatiyê ve dest pê dikin. Gunerî ji hemû malbatan re got: "Zarokên xwe ji ber ekranan bigirin. Tu zirara şanoyê tune ye. Eger hûn ji hunerê hez dikin tevî zarokên xwe werin mîhrîcanê." 
 
‘DESTEK TUNE YE' 
 
Gunerî, diyar kir ku îsal jî ew di şert û emrcên zehmet de mîhrîcanê li dar dixin. Gunerî anî ziman ku tu sazî destekê nadin wan. Gunerî destnîşan kir ku ji bo organîzasyonên me yên mîhrîcanê Şaredariya Yenîşehîrê ji xeynî eywanê tu destek nedaye wan û her wiha tu sazî û dezgehên din jî destek nedaye wan. 
 
MA/Ergin Çaglar