Pirtûka 'Kurdên Xoresanê' ya Selîm Temo derket

img
AMED - Pirtûka "Kurdên Xoresanê" ya Selîm Temo ji Weşanxaneya Alfa derket. Temo di pirtûkê de balê dikişîne ser serpêhatiya kurdên Xoresanê ya bi sedan salan.
 
Pirtûkek wêje, çand û dîroka kurdan dide nasîn li refên pirtûkfiroşan zêde bû. Pirtûka bi navê "Horasan Kürtleri (Kurdên Xoresanê)" ya Selîm Temo ku behsa dîrok, eşîret, çand û wêjeya kurdên Xoresanê dike ji Weşanxaneya Alfa derket. Pirtûk ji sê beşên mîna dîrok, eşîr û wêje pêk tê. Temo di pirtûkê de cih daye nexşe, nivîsên destan û wêneyan. 
 
Nivîsa danasîna pirtûkê wiha ye: "Dengevedanek di navbera efsane û rastiyê de. Şopa salên dirêj û rêyên dirêj derdikeve ber deriyan. Ji ber sedemên cuda diçin welatê rojê, ji wir vedigerin û çîroka mirovên jibîrkirî yên li wir mane. Selîm Temo bi ruhê xwe dest birêwîtiyê dike. Serpêhatiya bi sedan eşîr û malbatan û bîra wêje û dîrokek mezin berhev dike. 
 
Pirtûka Kurdên Xoresanê çavkaniyên Elmanî, Erebî, Farisî, Îngîlîz, Spanyayî, Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî), Rûsî û Tirkî tîne cem hev. Metnên bi tîpên Aramî, Kîrîl û Latîne tîne ba hev. Rûpeleên nivîsên destan ên bi sedan salan e nehatiye vekirin. Lênûskên helbestên li ser rûpelên qemer ên bi peyv û zimanek qedexe hatine nivîsandin, gotinên rûspiyên mîna siyê jiyîne û dengê jinên bi cilên ronî yên ku şîna Îranê vediguherînin biharê berhev kiriye. 
 
Kurdên li Xoresanê dijîn çima çûn wir? Kî tevlî vê koçberiyê bû? Çima yên venegeriyan çêbûn? Bîranîna vê koçberiyê heta ku rast e û heta ku efsane ye? Ji parzemîna dayikê dûrin û çawa pirçandî û zimanê xwe li dijî qedexeyan parastin? Sedemê 'xurbetiya' wek temaya bingehîn a wêjeya devkî û nivîskî ya mîna derûniya civakî çi ye?"