Belgefîlma Nûjîn 2 xelat girtin

img
STENBOL - Belgefîlma Nûjîn ku piştî DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir û jiyana 3 jinên YPJ’î digire dest li Hindîstanê xelata taybet a jûrî girt. Li Emerîkayê jî xelata belefîlma baş girt. 
 
Belgefilma Nûjîn ku derhêneriya wê Veysi Altay kiriye û Sînemaya Mezopotamya kijandina wê girtiye ser xwe, di tarîxa 12-14'ê Cotmehê de li Hindistanê di 4’emîn Mihrîcana Filman a Navneteweyî de hêjayî xelata taybet hat dîtin. Belgefîlma Nûjîn ku dema DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir û jiyana 3 jinên YPJ’ê digire dest di mihrîcana Film a Navneteweyî ya Weyauwega ya Emerîka ku di 7-10'ê mijdarê de pêk hat de jî xelata belgefîlma baş girt. 
Belgefîlma Nûjîn berê jî li Îtalya xelata Babel û di mihrîcana Navneteweyîya Atlantik a Colombia xelat girtibû.