Di salvegera Komkujiya Amûdê de, gel di sînemayê de tên gelhev

img

KOBANÊ - Di salvegera 58’emîn Komkujiya Sînemaya Amûdê de, gelê Bakûrê Rojhilatê Kurdistanê dê di Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya  Kobanê de bên gelhev û fîlmên mijarên wan jin û berxwedanê yên nav û deng ên cîhanê bên pêşandan.

 
 Komîna Fîlman a Rojava, îro dest bi Mîhrîcana Navneteweyî ya Kobanê dike. Mîhrîcana di salvegera 58’emîn a Komkujiya Sînemaya Amûdê destpê bike, dê 7 rojan berdewam bike. Mîhrîcana ku cara yekemîn hat lidarxistin, ji 400 fîlman zêdetir serlêdan çêbûn. 80 fîlmên ji aliyê jûriyan ve hatin hilbijartin, dê ji bo sînemahezan bên pêşandan.
 
JÛRIYEK JI SÎNEMAYA CÎHANÊ 
 
Di mîhrîcanê de, bi taybetî dê Efrîn, fîlmên jinan û berxwedanê bên pêşandan. Dê fîlman ji bilî Kobanê, li bajarên Amûdê, Qamişlo, Serêkaniyê û Dêrikê jî bên pêşandan. Di jûriya mîhrîcanê de, kesên muzîkjen û derhêner Katrîn Olafsdôttır, Leonardo Heiblum, Bêrîvan Xalîd, Rachîd Bouksim, Mylene Sauloy û Javier Corcuera cih digirin.
 
DÊ 7 ROJAN BERDEWAM BIKE 
 
Yek ji organîzatorên mîhrîcanê Denîz Tekoşîn, derbarê xebatên mîhrîcanê de  ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Tekoşîn, diyar kir ku cara yekemîne di qada navneteweyî de mîhrîcanek wiha li dar dixin û got: “Îro mîhrîcana me dest pê kir. Kelecaniyek mezin li ser me heye. Mihrîcana dê ji 13’ê Mijdarê, heya 19’ê Mijdarê berdewam bike. Bi vê mîhrîcanê em xwest em hemû gelên Rojava û herêmên din bînin gel hev. Em dixwazin bi şahiyên çand û hunerê gel bînin ba hev. Dîsan li vê derê çandekê berxwedanê heye. Bi taybetî berxwedaneke bi pêşengtiya jinan heye. Hemû cîhanê ji vê berxwedanê îlham girtiye. Niha  jî em hewl didin hunera vê ava bikin û pêşkêşî tevahiya cîhanê bikin.”
 
FILMÊN MIJARÊN WAN JIN 
 
Tekoşîn, da zanîn ku ewê di mîhrîcanê de herî zêde derhênerên jin derbixin pêş wiha bilêv kir: “Bi amadekarina fîlman re, çandeke berxwedana jinan a hevpar derket holê. Em dixwazin vê hevparbûnê zêdetir bikin. Li cîhanê mînake wiha hene. Lê yekemîn care li ser erdnîgariya şeroşê mînakek wiha pêş dikeve. Em dixwazin jinên pêşengtiya şoreşa Rojava kirin, di sînemayan de cih bidin wan. Em xwazin weke Mîhrîcana Filman a Jinan a Navneteweyî ya di sala 1978’an de li Fransayê dest pê kir û heya roja me ya îro berdewam dike, bikin. Di mîhrîcanên pêş de emê vê berfirehtir bikin. Emê li gelek herêm û bajaran fîlman nîşan bidin. Di li kampên Mexmûr, Şehba, Şengal û Eyn Îsa jî fîlmên xwe nîşan bidin û bi gel re bên cem hev. “
 
KOMKUJÎ Û ŞEWITANDINA AMÛDÊ
 
Di 13’ê Mijdara 1960’an de, deman 500 zarokên dibistana seretayî, ji bo temaşiyî film bikin li Sînemaya Amûdê kom bûn de şewat rû da û nêzî 283 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Di sînemaya Amûdê ya kapasîteya wê 120 kes bûn de, 500 zarok hatibûn komkirin. Ji ber vê weke Komkujiya Amûdê jî tê binav kirin. Ji bo bîranîna Komkujiya Amûdê, mîhrîcan di 58’emîn salvegera Komkujiyê de pêk hat. 
 
MA / Nazim Daştan